Serokwezîrê Îraqê digel nûnerê taybet yê serokê Amerîka civiya

Êraq 10:11 AM - 2026-07-14
Wêneyek ji civînê Nivîsingeha Ragihandina Serokwezîr

Wêneyek ji civînê

Îraq

Serokwezîrê Îraqê li Washingtonê pêşwazî li nûnerê taybet yê Serokê Amerîka kir.

Nivîsgeha Ragihandina Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de ragihandin ku,Serokwezîrê Îraqê Elî Felih El Zeydî li mala xwe ya li Washingtonê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama li Îraqê kir û di civînê de, behsa derfetên hevkariyê yên di navbera Îraq û Amerîka de hat kirin.

Di civînê de, behsa têkiliyên aborî yên di navbera herdu welatan de, pêşketinên dawî û rêbazên berfirehkirina hevkariyê di warên aborî û hevbeşiyê de hat kirin; her wiha wan pêşketinên li herêmê û girîngiya piştgiriya hewildanên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê û kêmkirina aloziyan û rola sereke ya Îraqê di hevberkirina nerînan û beşdarbûna di aramkirina rewşê de li ser asta herêmî gotûbêj kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket