Serokkomar: Pirrengiya olî û çandî ji bo Îraqê çavkaniya hêz û dewlemendiyê ye

Êraq 01:34 PM - 2026-07-13
Serokkomar bi Patrîk Mar Pawlosê Sêyem Nona re civiya Ragihandina serokkomar

Serokkomar bi Patrîk Mar Pawlosê Sêyem Nona re civiya

Êraq

Serokkomarê Îraqê birêz Nîzar Amêdî îro Duşemê 13ê Tîrmeha 2026an, li Koşka Bexdayê, pêşwazî li Patrîkê Dêra Keldanî li Îraq û cîhanê Patrîk Mar Pols Sêyem Nona, Metranê Sereke yê li Hewlêrê ya Keldanî Metran Beşar Metî Werda û şanda bi wan re kir.

Di hevdîtinê de, rewşa pêkhateya Mesîhî li Îraqê û rêyên xurtkirina hebûn û rola wan a neteweyî hatin gotûbêjkirin. Her wiha hejmarek mijarên hevbeş hatin nirxandin û tekezî li ser giringiya parastina cihêrengiya çandî û olî ya ku Îraq pê dewlemend e hat kirin.
Serokkomar anî ziman ku cihêrengiya olî û çandî ya li Îraqê, jêderê hêz û dewlemendiya civakê ye. Wî tekez kir ku divê nirxên hevwelatîbûn û pêkvejiyana aştiyane û çanda diyalogê werin çespandin da ku yekbûna welat û rûmeta hemû pêkhateyan were parastin.

Amaje bi we kir ku endamên pêkhateya Mesîhî di dirêjahiya dîroka Îraqê de beşdarî di proseya avakirin û geşepêdanê de kirine û di warên cuda yên aborî, zanistî û çandî de xwedî roleke çalak bûne. Wî diyar kir ku peydakirina jîngeheke guncaw ji bo beşdariya wan a çalak di proseya geşepêdanê de û sûdwergirtina ji ezmûn û şiyanên wan giring e, daku piştgiriya avakirina dewletê û geşepêdana berdewam were kirin.
Ji aliyê xwe ve, Patrîk Mar Pols Sêyem Nona spasiya xwe pêşkêşî Serokkomar kir û girîngîdana wî ya ji bo piştgiriya hemû pêkhateyên gelê Îraqê bilind nirxand. Wî tekezî li ser berdewamiya hewldanên nîştimanî bo çespandina nirxên biratî, pêkvejiyan û aştiyê kir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket