Dadwerî: 358 kg zêr di doza El-Cumeylî de bi hevahengiya bi Kurdistanê re hat bidestxistin

Êraq 10:24 AM - 2026-07-13
zêr Ragihandina Dadgehê

zêr

Dadgerê lêpirsînê yê Dadgeha Sûcên Giran a Navendî ya Têkoşîna Dijî Gendeliyê ragihand ku bi hevrêziya ligel Herêma Kurdistanê û di bin çavdêriya Serokê Civata Bilind a Dadwerî Dadger Dr. Fayq Zeydan de, 358 kîlogram zêr hatiye vegerandin.

Dadgerê peywendîdar, li gorî daxuyaniya Ragihandina Dadweriyê eşkere kir ku "di dozeke din a lêpirsînê de jî 17 kîlogram hatine desteserkirin, bi vî rengî tevahiya zêrê ku îro Duşemê 13/7/2026an hatiye parastin (desteserkirin) gihîştiye 375 kîlogramî.

Wî her wiha da zanîn ku "ev miqdara zêrên hatine vegerandin, radestî Rêveberê Giştî yê Sindoqa Derxistin û Xezîneyê ya Banka Navendî û cîgirê wî hatine kirin. Ev yek di çarçoveya hewldanên ji bo temamkirina lêpirsînên di doza gumanbarê girtî, wekîlê Wezareta Neftê yê ji bo Karûbarên Parzinandinê Ednan El-Cumeylî, û ji bo vegerandina mal û milkên guhazbar û neguhazbar ên ji vê sûcê hatine bi dest xistin û sizakirina tawanbaran li gorî yasa de pêk hatiye.

PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket