Ava komkirî ya Îraqê bo 34 milyar metir sêca bilind bûye
Êraq 08:07 PM - 2026-07-12
PUKMEDIA
Bendava Mûsilê
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê radigihîne ku ji ber barîna zêde ya baranê, ava
embarkirî ya welat ji 5 milyar metre sêcayan derketiye 34 milyar metre sêcayan,
û daxwazê ji her kesî dike ku ji bo parastina vê astê hevkar bin.
Musena Temîmî, Wezîrê Çavkaniyên Avê daxuyand: Rewşa avê di
dawiya sala 2025an û destpêka sala 2026an de pir giran bû, Îraqê tenê 5 milyar
metre sêca ava embarkirî hebû, ku ev jî nizmtirîn asta embarkirina avê ye ku ji
sala 1933an ve hatibe tomarkirin. Her weha dibêje: Niha ji ber zêdebûna barîna
baranê, ew rêje gihîştiye 34 milyar metre sêcayan.
Wezîrê Çavkaniyên Avê amaje bi wê yekê jî kir: Tevî vê
zêdebûnê, ev qebar hîn jî kêmtirî nîvê wê rêjeyê ye ku di sala 2021an de hebû,
dema ku ava embarkirî gihîştibû 60 milyar metre sêcayan.
Li ser giringiya hevkariya her kesî ji bo parastina vê
yedeka avê bi armanca piştgirîkirina sektora çandiniyê tekez kir.
Li ser guherîna keşûhewayê û bandora wê ya li ser Îraqê,
Musena Temîmî, Wezîrê Çavkaniyên Avê, weha anî ziman: Îraq yek ji wan welatan e
ku herî zêde ji ber guherîna keşûhewayê zirar ditiye, ji bilî ku li ser asta
navxweyî, berê giringiyeke wiha nedibû sektora avê û siyasetên avê.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Temîmî bal kişand ser kevinbûna
projeyên avê yên Îraqê li beramberî geşedanên teknolojîk ên li welatên cîran û
ragihand: Welatên çavkaniyên avê (welatên cîran) daxwazê ji Îraqê dikin ku
siyaseteke nû ya avê bigire ber xwe ku hevaheng be ligel wan rûbirûbûnên ku ji
ber guherîna keşûhewayê derketine holê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

