Berdevkê Hikûmeta Îraqê:Serokwezîr sibê diçe Washingtonê

Êraq 03:22 PM - 2026-07-12
Heyder El-Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê Wah

Heyder El-Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê

Berdevkê hikûmeta Îraqê ragihand ku; sibê Duşem rêkefta (13-07-2026) an Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dê bi serdaneke fermî sardana Washington paytexta Amerîka bike, armanca serdana wî ji pêşxistina kertên aborî, wuze, binesazî û teknolojiyê yên welêt e.

Berdevkê hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku,ev serdan pir girîng e, nemaze ji ber ku di demek hestyar de li herêmê pêk tê.

Her weha amaje bi wê yekê kir ku, Serokwezîr dê rêze hevdîtinên girîng bi Serokê Amerîka Donald Trump û rayedar û saziyên aborî û darayî re li dar bixe.

Heyder Ebûdî asker kir ku cudahiya di navbera vê serdanê û ya berê de ew e ku mijara sereke kerta aborî ye.

Her weha got: Di peymana çarçoveya stratejîk de tu guhertin çênabin,di şûna wê de, hemû têgihîştin û peymanên ku hatine îmzekirin dê li ser vê çarçoveyê bin bi vê yekê jî awayê têkiliyên di navbera Bexda û Washingtonê de ji qonaxa "birêveberiya qeyranan" bigihîne qonaxa "hevkariya aborî ya demdirêj ".

Aşkere jî kir ku,di çarçoveya Sindoqa Geşepêdan û Wuzeyê ya Îraqî-Amerîkî de di dema serdanê de dê çend yadeştnameyên têgihîştinê di warên petrol û gazê de werin îmzekirin.

Derbarê pirsgirêkên navxweyî û temamkirina kabîneyê de, berdevkê Hikûmeta Îraqê dazanîn ku;ev mijar bi rêkeftina siyasî ve girêdayî ye,lê, hikûmet bi riya şandeyên ku serdana Amerîkayê dikin, kêmasiyên di kabîneyê de çareser dike.

Di serdana xwe de, serokwezîrê Îraqê dê pênc mijarên girîng yên hevbeş bi rayedarên Amerîkî re gotûbêj bike ku ji pirsên aborî, kerta wuze; pêşxistina projeyên binesaziyê, kerta çandiniyê û teknolojiyê pêk tên.

PUKMEDIA




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket