Derengketina pêkanîna hikûmetê, Herêma Kurdistanê ber bi kuve dibe?

Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-09
Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nêzîkî salek û 10 meh in hilbijartinên perlemantoya Kurdistanê hatiye encamdan û heta niha hikûmeteke nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi berdewam helwesta xwe ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ragihandiye û bi rêya berdevkê xwe amaje bi wê yekê kiriye ku YNKê wek hêzekî sereke ya Herêma Kurdistanê divê rola xwe di hikûmeta nû de wek şirîkê rasteqîne bilîze, ne mîna hikûmetên berê. Ji aliyê xwe ve jî Qubad Talebanî ji dibêje: Derengketina zêdetir di avakirina hikûmetê de dê zirarên bêveger bide pêgeh Herêma Kurdistanê.

YNK tekezî li ser pêkanîna hikûmetekê dike ku xizmeta gel bike

Di 20ê Cotmeha 2024an de, rûniştina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hate lidarxistin û du meh şûnda, di 2yê Kanûna 2024an de, rûniştina yekem a xola payîzê ya sala yekem a rûniştina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bi serpereştiya Erdelan Mihemed û bi beşdariya hejmareke mezin ji konsul û nûnerên welatên li Herêma Kurdistanê pêk hat.

Ji wê demê ve, ne parleman û ne jî hikûmeta nû di navbera aliyan de nehatiye avakirin, di heman demê de ku YNK û PDKê  gelek civîn li ser astên bilind û komîteyan li dar xistin, lê bi giştî di civînan de, YNK tekezî li ser avakirina hikûmetek ku xizmeta gel bike kiriye, û daxwaza roleke çalak di hikûmeta bê de kiriye û şirîkek rastîn di hikûmetê de be, ne beşdar bibe, lê belê PDKê hîn jî li ser wê daxwazê YNKê helwesta xwe ya cidî eşkere nekiriye, ku ev yek avakirina hikûmetê rawestandiye, di heman demê de çend aliyên siyasî wekî Yekgirtûya Îslamî, Partiya Sosyalîst û Komela Dadgerî hewl dane ku di navbeynkariyê di navbera YNK û PDK de bikin û hewldanên wan ji bo nêzîkkirina wan hatine bicîhanîn.

Di vê çarçoveyê de îro 9/7/2026 Şandeyek Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê serdana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir. Ferhad Tofîq, berdevkê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê got; Îro şandeya Mekteba Siyasî ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, ku ji hêla Mihemed Hacî Mehmûd ve tê temsîlkirin, serdana Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kirine, bi armanca gotûbêjkirina projeya pêkanîna (Encumena Bilind a Berjewendiyên Neteweyî ya Herêma Kurdistan)ê.

Ferhad Tofîq got jî: Helwestên YNKê em dilxweş kirin, ji ber ku wan piştgiriya xwe ji bo projeyê diyar kirin, di heman demê de YNK li Iraq û herêmê xwedî pozîsyonek bihêz e û piştgiriya wan dê bi projeya me re hêzek mezintir bide, çawa ku berjewendiya neteweyî ji bo me xeta sor e, ji bo YNKê jî xeta sor e.

Hêjayî gotinê ye ku, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, ne partiya yekem e ku bi YNK û PDKê re ji bo avakirina hikûmetek nû dicive belkû her yek li Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Dadgerî jî despêşxeriyek kirin û digel herdu partiya civiyan, lê belê heya bi niha encamên civînan hîn nehatine ragihandin.
Serok Bafil: Em ji stratejiya pênc-şeş salên borî nerazî ne
Eve jî di demekê ye ku serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, di dema îmzakirina peymana navbera YNK û Newey Nwê de ragihand ku; Derî ji bo her kesî, tevî xwişk û birayên Îslamî, opozîsyon û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) vekirî ye ku beşdarî hevpeymaniyê bibin. Mercê me ji bo tevlêbûna vê hevpeymaniyê ew e ku hûn xeletiyên xwe nas bikin, ji milet lêborînê bixwazin û bi awayekî nû siyaset were kirin.

Serok Bafil got jî: Avakirina hikûmetê pir dereng maye. Sal û nîveke, em dixwazin li Kurdistanê hikûmetek çêtir hebe, hikûmetek ku dikare xizmetek çêtir bike, mesele post nînin belkû mesele stratejiye, ema ku em li pênc şeş salên borî dikin em jê razî nînin.

Diyar jî kir ku: Em hikûmetek dixwazin ku ji demên din cudatir be, ji bo min ne girîng e kî di  postekê de rûdine, bîr ûboçûnên hikûmetê girîng e. piştî referandomê hemû mijareke stratejî ku hatiye pêş hikûmetê bi awayekî şaş biryar daye.
Qubad Talebanî: Derengketina pêkanîna hikûmetê ziyanên mezin dighîne Herêmê 
Ji aliyekî din ve, Qubad Talebanî di rojên dawî de li Tirkiyeyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya û got: Rewşek nû li Rojhilata Navîn, Iraqê û Herêma Kurdistanê derketiye holê û divê alî vê rewşê li ber çavan bigirin, divê alî hewl bidin ku di zûtirîn dem de hikûmetek nû ava bikin û derengketina bêtir di vê mijarê de dê zirarên bêveger bide pêgeha herêmê.

Qubad Talebanî tekez jî kir ku; YNK amade ye ku li ser bingeha şirîkatiyek rasteqîn hikûmetek ava bike da ku bê cudahî xizmeta gelê Kurd bike.

Eve jî di demekê de ye ku gera şeşemîn a hilbijartinên parlementoyê di 20ê Cotmeha 2024an de pêk hat û niha ku em ji nîvê sala 2026an derbas bûne, kabîne hîn nehatiye avakirin, ji ber vê yekê derengketina avakirina kabîneya nû berdewam kiriye.

Ji aliyekî ve, pirsgirêka mûçe û mafên darayî bi Bexdayê re bi tevahî nehatiye çareser kirin, û ji aliyê din ve, têkçûna parlementoyê valahiyek mezin a qanûnî di çavdêriya saziyan û pêkanîna projeyên xizmetguzariyê de çêkiriye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket