Îmad Ehmed ji Nêçîrvan Barzanî re: Xelata te ya rastîn baweriya di dilê xelkê de ye
Kurdistan 10:38 AM - 2026-07-09
PUKMEDIA
Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed
Berpirsê Mekteba Ragihandin û Hişyariyê ya YNKê, pîrozbahiyê li Nêçîrvan
Barzanî dike û dibêje: Pîroz be zilamê nermrêyî, bawerî û dûrbîniyê. Ev
xelat, rûmetgirtina zilamekî ye ku bi salan e bi dilsozî, nermrêyî, aramî,
dûrbînî û şiyana avakirina baweriyê, di qonaxên hestiyar ên dîroka Herêma
Kurdistanê de roleke berçav û bibandor lîstiye.
Îmad Ehmed, Berpirsê Mekteba Ragihandin û Hişyariyê ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di peyameke pîrozbahiyê de ji bo Serokê
Herêma Kurdistanê ragihand: Pîrozbahî ji bo Kak Nêçîrvan Barzanî, mêrê nermrêyî,
bawerî û dûrbîniyê. Bi boneya xelatkirina kak Nêçîrvan, bi yek ji xelatên herî
bilind û birûmet ên Îtalyayê, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî birêz
dikim.
Her wiha got: Ev xelat ji bo min ne tenê rûmetgirtina
serokekî ye, belku rûmetgirtina zilamekî ye ku bi salan e bi dilsozî, nermrêyî,
aramî, dûrbînî û şiyana avakirina baweriyê, di qonaxên hestiyar ên dîroka
Herêma Kurdistanê de roleke berçav û bibandor lîstiye.
Û weha dibêje: Dema ku ez li ser wan rojan dihizirim ku me
di kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi hev re kar dikir, wêneya zilamekî
li ber çavên min e ku di biryardanê de wêrek û xwedî bawer bû, di reftaran de
nermrê û xweşreftar bû, di dostaniyê de heval û dost bû, û di xwendina rûdanan
de jî dûrbîn û hûrbîn bû.
Îmad Ehmed her wiha diyar kiriye: Hinek post û pile bi
derbasbûna demê re bi dawî dibin, lê tiştê ku di bîra mirovan de dimîne, şêwazê
reftarê, rêzgirtina li mirovan û şiyana parastina dostaniyê ya di nav cudahiyan
de ye. Kak Nêçîrvan ji wan kesan e ku dikare bi cudahiyan re guftûgoyê bike û
di nav qeyranan de, deriyê hêvî û çareseriyê vekirî bihêle.
Di dawiyê de jî nivîsiye: Ji dil û can pîrozbahiyê li Kak
Nêçîrvan Barzanî dikem û hêvîdar im ev xelatkirina navdewletî bibe handerekî
zêdetir ji bo berdewambûna li ser xizmeta aştiyê, pêkvejiyanê, guftûgoyê û
parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê. Pîroz be Kak Nêçîrvan,
hinek xelat bi sîng ve tên hilgirtin, lê xelata rastîn ew bawerî ye ya ku mirov
di dilê gel de bi cih dihêle.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Perlemana Iraqê serokê desteya veberhênanê ji kar dûr xist
06:09 PM - 2026-07-09 -
Biryara girtina dibistanên Kurdî li Xaneqînê hat rawestandin
03:10 PM - 2026-07-09 -
Amerîka û Îranê hinek maye bighînin xalê sifir
11:53 AM - 2026-07-09 -
48 sal bi ser şehadeta sê rêberan re derbas bûn
01:55 PM - 2026-07-08
zêdetir tamaşe bike
Îro şeş parlamenterên nû yên Parlamentoya Îraqê sond xwarin
07:34 PM - 2026-07-09
Qubad Talebanî: Pêkve karkirina rêberên olî pêkvejiyanê kurtir dikin
04:56 PM - 2026-07-09
Derengketina pêkanîna hikûmetê, Herêma Kurdistanê ber bi kuve dibe?
03:54 PM - 2026-07-09
Serokomar: Parastina jîngeha medyayê ji kiryarên ku civakê parçe dikin
02:49 PM - 2026-07-09
zortrin xwendraw
-
Derengketina pêkanîna hikûmetê, Herêma Kurdistanê ber bi kuve dibe?
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-09 -
Îmad Ehmed ji Nêçîrvan Barzanî re: Xelata te ya rastîn baweriya di dilê xelkê de ye
Kurdistan 10:38 AM - 2026-07-09 -
Amerîka û Îranê hinek maye bighînin xalê sifir
Cîhan 11:53 AM - 2026-07-09 -
Blomberg: Tevgera keştivaniyê ya di Tengava Hurmuzê re hema bêje bi temamî rawestiyaye
Cîhan 10:19 AM - 2026-07-09 -
Biryara girtina dibistanên Kurdî li Xaneqînê hat rawestandin
Kurdistan 03:10 PM - 2026-07-09 -
Serokomar: Parastina jîngeha medyayê ji kiryarên ku civakê parçe dikin
Êraq 02:49 PM - 2026-07-09 -
Qubad Talebanî: Pêkve karkirina rêberên olî pêkvejiyanê kurtir dikin
Kurdistan 04:56 PM - 2026-07-09 -
Perlemana Iraqê serokê desteya veberhênanê ji kar dûr xist
Êraq 06:09 PM - 2026-07-09






Aplîkêşin

