Amerîka û Îranê hinek maye bighînin xalê sifir

Cîhan 11:53 AM - 2026-07-09
Hurmuz PUKMEDIA

Hurmuz

Ew êrîşên ku li Tengava Hurmizê di navbera Îran û Amerîkayê de rû didin, dibe ku bi temamî dawî li rêkeftina destpêkê ya navbera wan de bîna û yadeştnameya jihevtêgihiştinê bibe dîrok. Gotinên duh ên serokê Amerîkayê jî nîşana nêzîkbûna wan a ji xala sifrê re ne.

Êriş û gefên Trump

Duh Donald Trump, serokê Amerîkayê ragihand: Dibe ku rêkeftina demkî ya ligel Îranê bi dawîbibe. Ev gotina serokê Amerîkayê piştî pêleke nû ya êrişên Amerîkayê bo ser axa Îranê û bersiva Supaya Pasdaran tê. Hemû pevçûn jî ji ber armancgirtina sê keştiyên bazirganî derketine holê, ku di du rojên borî de li yengavê rûbirûyî êrişên Îranê bûne.

Trump di gotinên xwe yên duh ên li Enqereyê de, bi eşkereyî êriş kir ser Îraniyan û ragihand: Naxwaze di paşerojê de ligel wan mijûl bibe. Her weha Îranî bi wê yekê tawanbar kirin ku li pişt kêşeyên herêmê ne û Waşîntonê jî wextekî zêde di miamelekirina ligel Tehranê de ji dest daye, lê tevî vê yekê jî rê nadin Îran bibe xwediyê çekê atomî.

Çarenûsa danûstandinan

Tevî ku behsa egera dawîhatina rêkeftina destpêkê kir, lê Trump piştî çend xulekan nîşan da ku ew vekirî ye ji bo berdewambûna danûstandinan heke danûstandinkar bixwazin. Di vê derbarê de jî got: Ez babetê ji bo danûstandinkarên me yên hêja dihêlim heke bixwazin berdewamiyê bidin guftûgoyên xwe, lê ez wê wekî guncav nabînim. Ez ji wan kesan hez nakim (mebesta wî Îranî bûn).

NATO piştgiriya êrîşan kir

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê (NATO) Mark Rutte ragihand: Êrîşên nû yên Amerîkayê yên li ser Îranê gelekî pêwîst bûn. Rutte beriya destpêkirina lûtkeya serokên NATOyê li Enqereyê, ji rojnamevanan re got: Dema ku agirbestek hebe û Îran bi şêweyekî mezin wê binpê bike, hingê ez pê bawer im ku gelekî pêwîst e Amerîka bi tundî bersivê bide.
Êrîşên ku Rutte behsa wan dike, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hûrgiliyên wan weşandin, ku ew jî ji armancgirtina zêdetirî 80 binkeyên di nava xaka Îranê de pêk tê. CENTCOMê piştrast kir ku ev operasyon bersiveke rasterast e ji bo êrîşên dawî yên Îranê, yên ku dji keştiyên di nava Tengava Hurmizê de encam dabûn.

Dorpêç vedigere?
Ne tenê êrîşên leşkerî bû ku Amerîkayê li ser Îranê encamp daye, belku Trump ragihand: Dibe ku dorpêça deryayî ya ser benderên wî welatî ji nû ve dest pê bike. Roja sêşemê jî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê eşkere kir ku ew destûra ku bi şêweyekî demkî rê dida Îranê neftê hinarde bike, betal kiriye. Berpirsekî Amerîkî piştrast kir ku reftara Îranê ya di Tengava Hurmizê de, bi tu şêweyekî ji aliyê Amerîkayê ve nayê qebûlkirin û dê encamên wê yên xirab hebin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket