Elî Zeydî: Em ê dosyayên mayî bi Herêma Kurdistanê re bidawî bikin

Êraq 01:36 PM - 2026-07-09
Elî Zeydî serokwezîrê Îraqê PUKMEDIA

Elî Zeydî serokwezîrê Îraqê

Serokwezîrê Federal Elî Faleh el-Zeydî tekez kir ku li pêşiya kesên gendel de u rê tune ye ji bilî ku pereyên dizîne vegerînin, ji ber ku ew pereyên gelê Îraqê ne.

Serokwezîr di hevdîtinekê de ligel kanala Al Arabiya got: Me di mijara rûbirûbûna dosyayên gendeliyê de tu bijartî nekiriye, ji ber ku ew dozeke tawanbarî ye û tu têkiliya wê bi mezhebperestî, neteweperestî yan jî alîgirbûnê din re tune ye. Em ê li peyçûna kesên bi gendeliyê tawanbar in berdewam bikin. Srûştî ye ku ji aliyê kesên zirar dîtine û nîgeran in ve, yên ku nerazîbûna xwe li hemberî van pêngavên qanûnî nîşan dane, bertek hebin.
Her wiha anî ziman: Di hewldanên me yên ji bo parastina xizineya giştî de tu xetên sor tune ne, û ji bo kesên di gendeliyê de pîs bûne tu îstîsna nîn in û tu rê tune ye ji bilî ku pereyên dizî vegerînin, ji ber ku ew pereyên gelê Îraqê ne.

Serokwezîr zelal kir: Hevkariya di navbera hikûmet û dadweriyê de di asteke bilind de ye, û armanca me yek e, ew jî vegerandina pereyên gelê me û parastina mafên wan e. Me ligel grûpan dest bi diyalogê kiriye, û dê karê wan paşê derbasî qada siyasî û civakî bibe. Piştî bi dawîbûna demê, dê çek bi temamî di destê saziyên fermî yên dewletê û hêzên wê yên çekdar û ewlehiyê yên peywendîdar de be.
Got jî: Derengketina barên dolarî bi astengiyên ku ji rewşa navçeyê û tevgera geştên esmanî derketine ve girêdayî ye. Ligel arambûna rewşê, radestkirina pereyên nextî li gorî xişteya demî ya ku ji berê de hatibû diyarkirin, destpê kir. Em ê hevkariyeke siyasî û hevkariyeke aborî di navbera Îraq û Dewletên Yekbûyî de rabigihînin. Her wiha em her dem hewl didin ku rewşeke nêzîkbûnê di navbera Amerîka û Îranê de ava bikin.

Gotinên xwe berdewam kir: Em hewl didin ku ligel Keyaniya Erebistana Siûdî hevkariyeke aborî ava bikin, ji ber ku ew ji bo me kûrahî ye, her wekî ku Îraq jî ji bo wê kûrahî ye. Îraq ji welatên damezrîner ên rêxistina OPECê ye û dê jê dernekeve, lê em li pey parvekirineke dadperwer û wekhev a berhemhênanê ne.
Serokwezîr di dawiyê de got: Em ê bikaribin dosyayên mayî yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî bikin, ji ber ku em bi paşxistina pirsgirêkan bawer nakin, belku bi çareserkirina wan bawer dikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket