Şêx Cefer digel şandeyek Konsulxaneya Giştî ya Almanya civiya

Kurdistan 03:13 PM - 2026-07-08
Şêx Cefer Şêx Mistefa û Daniel Eggert Nivîsingeha Rojnamevanî ya Şêx Cefer Şêx Mistefa

Şêx Cefer Şêx Mistefa û Daniel Eggert

Kurdistan

Îro; Çarşem rêkefta (08-07-2026) an Cîgirê Serok Şêx Cefer Şêx Mistefa li Konsulxaneya Giştî ya Almanya li Hewlêrê pêşwazî li Daniel Eggert û şandeyeke pêre kir.

Di civînê de peywendiyên Almanya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û pêşhatên dawî û rewşa ewlehiyê ya li herêmê û  alîkariya leşkerî ya Almanya ji bo Pêşmerge di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de û çend mijarên girîng yên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan girîngiya berdewamî û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya de tekez kirin û tekezî li ser rola hêzên hevpeymaniya Almanya û alîkariya wan ya leşkerî ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Pirsa pêkanîna kabîneya nû û yekrêziya di navbera aliyên sîyasî de tewerek din ya civînê bû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket