Donald Trump: Ez pir ji NATO`yê bi hêrsim

Cîhan 11:37 AM - 2026-07-08
Donald Trump serokê Amerîkayê PUKMEDIA

Donald Trump serokê Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne li Hevpeymaniya Atlantîka Bakur a ku wekî NATO tê naskirin digire û radigihîne: Tu kesî wekî me drav ji bo NATOyê xerc nekiriye, lê alîkariya me nekirin, ji ber vê yekê ez pir ji NATOyê hêrs im.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di konferansekî rojnamevaniyê ya hevpar li gel Sekreterê Giştî yê Rêxistina NATOyê Mark Rutte pêkanî û got: Tevî pesndana asta birêveçûna civînan, nîgeraniya xwe li hember rewşa rêxistinê anî ziman û ragihand: Ez pir ji NATOyê hêrs im, ev jî wekî nîşanekê ji bo nerazîbûnên wî yên berdewam ên derbarê budce û pabendiyên darayî yên welatên endam di nav hevpeymaniyê de ye.


Derbarê alîkariyên Amerîkayê yên bo NATOyê de jî eşkere kir: Amerîkayê zêdetirî trîlyonek dolar ji bo parastina NATOyê xerc kiriye, lê NATOyê di şer de alîkariya welatê wî nekiriye, tekez kir ku ew ji tevgera NATOyê razî nîne, bi taybetî ya ku girêdayî Îran û Grînlendayê ye.

Di beşeke din a gotinên xwe de, Donald Trump hişyariyeke tund da welatê Îspanyayê, ji ber wan pirsgirêkên ku girêdayî pabendiyên nav rêxistina NATOyê ne. Trump gefa wê yekê xwar ku ew ê her cûre bazirganiyê li gel Îspanyayê bibire, ev gef wekî zexteke rasterast li ser Madrîdê tê dîtin da ku pabendiyên xwe yên leşkerî û darayî li hember NATOyê cih bîne.
Gotinên Trump di demekê de ne ku, ji ber şerê Amerîka û Îranê, têkiliyên Amerîkayê bi NATOyê re sariya xwe dîtiye. Berê jî Trump çendîn caran rexneyên tund li rêxistinê girtine û wekî 'pilingê li ser kaxezê' navê wan aniye, di helwesta xwe ya dawî de jî ragihand: Heke civîna lûtkeyê li Tirkiyeyê neba, min ê beşdarî civînan nekira.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket