Amerîka zêdetirî 80 armanc li Îranê dan û Supaya Pasdaran jî bersivê dide

Cîhan 09:52 AM - 2026-07-08
ÎRAN PUKMEDIA

ÎRAN

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku di êrîşên xwe yên herî dawî yên li dijî Îranê de, zêdetirî 80 armancan pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş wekî bersivekê bûn ji bo wan herêmên ku êrîşî sê keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê kiribûn û tawanbarî arasteyî Tehranê hatibû kirin.

Ragihand: Hêzên Amerîkayê sîstemên parastina esmanî yên Îranê, torên fermandariyê, binkeyên radarê yên peravan, şiyanên moşekên dijî-keştî û zêdetirî 60 belemên piçûk ên ser bi Supaya Pasdaran ve di nava Tengava Hurmizê û derdora wê de kirine armanc.
Li beramber vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê di televizyona fermî ya welatê xwe de ragihand: Wekî bersiveke destpêkê ji bo van êrîşan, bi bikaranîna moşek û dron 85 saziyên binkeyên serbaziya serekî yên Amerîkayê li Kuwêyt û Behreynê kirine armanc, di heman demê de drona  Amerîkayê ya ji corê MQ-9 xistine xwarê.

Hevdem Wezareta Derve ya Îranê ragihand: Betalkirina demkî ya sizayên li ser nefta Îranê tenê 20 roj piştî rêkeftinê, binpêkirineke eşkere ya bîranîna jihevtêgihîştinê ye û belgeya bêbaweriya Waşîntonê ye.
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de li ser platforma Xê eşkere kir: Di êrîşên xwe yên herî dawî yên li dijî Îranê de, zêdetirî 80 armancan li ber xwe daye. Her wiha got ku ev êrîş wekî bersivekê bûn ji bo wan êrîşên ku hatibûn kirin ser sê keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê û tawanbarî arasteyî Tehranê hatibû kirin.

Di heman demê de Artêşa Îranê amaje bi we kiriye: Amerîka berpirsiyariya encamên binpêkirina agirbestê hildigire û tevahiya binkeyên wê yên li herêmê dê bibin armanceke rewa ya me.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket