Trump: Ezê sizayên li ser Tirkiyeyê rakim

Cîhan 10:44 PM - 2026-07-07
Hevdîtina Trump û Erdogan ajans

Hevdîtina Trump û Erdogan

Amerîka Turkiye

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku, ewê sizayên li ser Tirkiyeyê rakin û biryar bide ku balafirên şer ên F-35 bifroşin wî welatî.

Trump piştî gihîştina Tirkiyeyê û di bersiva pirsekê girêdayî bi rêkarên sepandina sizayan li ser neyarên Amerîkayê got, "Ezê sizayên li ser Tirkiyeyê rakim."

Tirkiyê di sala 2020an de sîstema parastina mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê kirî, ev yek bû sedem ku Washington sizayan ferz bike û firotina F-35an ji bo wî welatî rawestîne, ku Tirkiyeyê ew biryar bi  neqanûnî û neheqî wesif kir.

Tê payîn ku Trump piştgiriya xwe ji bo firotina balafiran ji bo Tirkiyeyê ragihîne, her çend ev piştgirî rastî astengiyên qanûnî û kongresa Amerîkayê tê, ji ber ku pirsgirêk hîn nehatiye çareserkirin.

Trump got, "Em ê li ser vê mijarê biryara firotina F-35an ji bo Tirkiyeyê bidin, û em ê aliyên aborî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyîp Erdogan re gotûbêj bikin."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket