Qubad Talebanî: Em girîngiyek mezin didin sektora geştiyariyê

Kurdistan 09:51 PM - 2026-07-07
Civîna Qubad Talebanî li Albanyayê didominyê Nûsîngeha Ragihandina Qubad Talebanî

Civîna Qubad Talebanî li Albanyayê didominyê

Qubad Talebanî

Di berdewamiya civînên xwe de li welatê Albanyayê, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi Wezîrê Geştiyariyê û Rewşenbîriyê û Werzîşê yê Albanyayê Blendi Gonshja re civiya.

Di civînê de, ku îro Sêşemê 7/7/2026 bi amadebûna Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Seroka Desteya Geştiyariyê Jiwan Sabir, Cîgirê Serokê Fermangeha Têkiliyên Derve Daban Şadele û Şêwirmendê Cîgirê Serokwezîr Sefîn Xafûr birêveçû, têde behsa avakirina peywendiyên xurt di navbera Herêmê û Albanyayê de di biwarê geştiyarî û parastina şûnwarên dîrokî û kulturî û pevguherîna ezmûn û pisporiyan hate kirin .

Qubad Talebanî di civînê de bal kişand ser derfetên Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê û rave kir ku di çarçoveya cûrbecûrkirina çavkaniyên dahatê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyek taybetî dide pêşxistina sektora geştiyariyê. Di vê çarçoveyê de jî avakirina peywendiyên xurt û mikûm li gel Albanyayê bi giring zanî û ragihand; em bi giringî li sûdwergirtina li ezmûna serkeftî ya welatên dost û di nav de jî hikûmeta Albanyayê dinêrin.

Di beşek din a civînê de, Qubad Talebanî bi fermî Wezîrê Geştiyariyê û Rewşenbîrî û Werzîşê yê Albanyayê vexwend ku serdana Herêma Kurdistanê bike da ku têkiliyan xurt bike û ezmûnê veguhezîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket