Li Çewlîgê ji ber bûyera trafîkê çend kes bûne qurbanî

Kurdistan 11:58 AM - 2026-07-07
Dîmenek ji bûyera trafîkê Ajans

Dîmenek ji bûyera trafîkê

Bakurê Kurdistanê

Li navçeya Korxolê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê kamyonetek ji kendal ket newalê û di encaml de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Kamyonet li nêzikî gundê Xuwekê ji kontrolê derket û qulibî newalê û li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên rizgarkirinê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li goriya agahiya şofêr F.D. û 2 kesên din yên di nav kamyonê de li cihê qezayê canê xwe ji dest dan û tîmên tenduristiyê kesên ku di qezayê de birîndar bûne bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket