Di êrşîekê de 9 polîsên Pakistanî hatin kuştin

Cîhan 11:25 AM - 2026-07-07
Dîmenek ji êrîşê AJEL.SA

Dîmenek ji êrîşê

Pakistan

Polîsên Pakistanê ragihand ku neh endamên wan di êrîşeke çekdaran de li ser binkeyek polîsan li navçeya Ziyaret ya parêzgeha Belûçistanê li başûrê rojavayê welêt hatine kuştin.

Televîzyona Sama Tv ya Pakistanê, îro Sêşem li ser zarê polîsan ve ragihand ku komek çekdaran êrîşî binkeyek polîsan li herêmê kirine, û di encamê de şer û pevçûnek giran di navbera her du aliyan de çêbûye ku di encamê de 9 endamên ewlehiyê hatine kuştin.

Polîs her wiha aşkere kir ku hêzên ewlehiyê û karmendên polîs yên zêdetir piştî bûyerê yekser ber bi herêmê ve hatin şandin daku pêşî li her gefên ewlehiyê yên din bigirin, û destnîşan kir ku wan operasyoneke lêgerînê dest pê kiriye daku t encamderên êrîşê bişopînin û herêmê paqij bikin.
 
Li Pakistanê zêdebûneke berbiçav di leza êrîşên çekdarî de heye, û piraniya êrîşan li parêzgehên Pakistanî yên li ser sînorê Afganistanê ne, bi taybetî Xeyber Paktûnxwa û Belûçistan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket