Encûmena Nûneran a Îraqî dest bi civînên xwe dike

Êraq 09:59 AM - 2026-07-06
Encûmena Nûnerên Îraqê PUKMEDIA

Encûmena Nûnerên Îraqê

Îro Encûmena Nûnerên Îraqê rûniştinên xwe dest pê dike û xwendina yekem ji bo çend projeyasayan dike.

Fermangeha Karûbarên Parlamenê li Encûmena Nûnerên Îraqê bernameya xebatê ya rûniştina yekem a xula duyem a yasadayînê - sala yekem a yasadayînê belav kir, ku biryar e îro Duşemî 6ê Tîrmeha 2026an demjimêr yekê piştî nîvro bi rêve biçe. Bernameya xebatê ji 4 xalan pêk tê û tê de xwendina yekem ji bo çar projeyasayan tê kirin, ku ev in: Pêşniyazeyasaya tawanên elektronîkî, guhertina yasaya çavdêriya nûciwanan, guhertina yasaya parêzeriyê û pêşniyazeyasaya fînansekirina bihêzkirina sîstema parastina esmanî ya Îraqê.

Bernameya rûniştinê dengdanê ji bo temamkirina kabîneya wezarî ya nû li xwe nagire, ev jî di demekê de ye ku hîn 9 wezaret bi wekalet tên birêvebirin û wezîrên wan nekarîn baweriya parlamenê bi dest bixin di wê rûniştina ku li 14ê Gulana 2026an bo dengdana li ser hikûmetê hatibû lidarxistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket