Wesiyetnameya General Şerîf Paşa hat dîtin

Kurdistan 09:59 PM - 2026-07-05
 Hin ji beşdarên semînerê Ragihandina Melbenda Kurda li Viyana

Hin ji beşdarên semînerê

Kurdistan

Roja 4ê Tîrmeha 2026an, Melbenda Kurdî ya Viyanayê bi hevkariya Akademiya Bedirxan ji bo Rojnamegerî û Lêkolînên Çandî, li Viyanayê, Avusturya, bi amadebûna hejmareke mezin ji mêvanan û dîasporaya Kurd sempozyûmek bi navê (General Şerîf Paşa - 1865 - 1951 di navbera dîplomasiyê û xewna dewleta Kurdistanê de) li dar xist.

Xebata Dîplomasî ya Şerîf Paşa

Di destpêka sempozyûmê de, Dana Şedle, Hevseroka Melbenda Kurd ya li Viyanayê, bi xêrhatina mêvanan kir û li ser kar û çalakiyên melbend û têkoşîna dîplomatîk ya General Şerîf Paşa yê Xendan agahî da wan.

 Jiyan û karê rojnamegeriyê

Piştre Hemîd Ebûbekir Bedirxan, serokê Akademiya Bedirxan, bal kişand ser jiyan, êş û jêhatîbûna dîplomatîk ya Şerîf Paşa, bi taybetî jî weşandina rojnameya Meşrutiyat bi zimanên Turkî û Fransî li Fransayê.

Navbirî behsa projeya sala bê ya sazkirina 18.emîn Festîvala Navneteweyî ya Bedirxan di Newroza 2027an de bi alîkariya Melbenda Viyanayê li welatên (Awistirya, Almanya, Swîsre, Lûksembûrg) kir.

Belgenameyên nakok

Nivîskar û lêkolîner Evîn Çîçek bi berfirehî li ser belgeyên ku ji hêla Brîtanya, Fransa û Turkiyê ve li dijî Şerîf Paşa hatine bikar anîn axivî û bal kişand ser xebata wî ya rojnamevaniyê di navbera salên 1908 û 1914 an de.


Dîtina wesiyetname û cihê gora wî

Di tewerek din ya girîng de, Ciwamêr Baxtiyar Mistefa, Berpirsê Rêxistina Navneteweyî ya Şerîf Paşa, li ser dîtina belgeya mirina Şerîf Paşa di dema 17.emîn Festîvala Bedir Xan li Îtalya de axivî, ku selimand ku gora wî li Catanzaro, Îtalyayê ye, ne li Qahîre ye.

Her weha dîtina mizgîniya wesîyeta General Şerîf Paşa ragihand û got ku ew ê di rojên pêş de serdana Roma bike daku wesîyetnameyê werbigire û ji raya giştî re biweşîne ku têde ew eşkere dike ka çawa ji hêla kirêgirekî bi navê Elî Cewad ve hatiye kuştin.


Pirtûkek nû bi zimanê Almanî

Elî Reza Goktaş, hevserokê Melbenda Kurdî, li ser çend aliyên din yên dîrokî axivî û behsa pirtûka xwe ya herî dawî ya bi zimanê Almanî nivîsandî kir.

Çalakiyên hunerî û çandî

Sempozyûm bi çend pirs û ramanên beşdaran, tevî şîroveyên Xanim Semîre Elî, Dr. Elî Mazoçî û Ordîxanî Celîl Celîl, dewlemend bû, her weha jina Siyasetmedar ya Kurd Heval Xaco jî pesnê çalakiyê da û girîngiya "lobiya çandî" tekez kir,di beşek din de, helbestvan Nesk Hema Xerîb çend helbest pêşkêşî amadevanan kir.

Pêşandana belgefîlman

Di dawiyê de, belgefîlmek li ser jiyana Şerîf Paşa Xandan hate pêşandan, ku berhemeke hevbeş ya Akademiya Bedirxan û Melbenda Kurdî ya Viyanayê ya sala 2026 an bû,ku ji hêla Nejad Nejm ve hate derhêner kirin;her çend destpêkirina sempozyûmê ji ber pirsgirêkek teknîkî di veguheztina vîdyoyan ji Îtalya de hindekî dereng ket jî, ew bi pêşwaziyek germ ji hêla mêvanan ve bi dawî bû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket