Serokê Dadgeha Bilind: Ji bo 3300 gumanbaran fermana girtinê hatiye derxistin

Êraq 06:51 PM - 2026-07-05
Dadrês Sed El-Lamî, Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê PUKMEDIA

Dadrês Sed El-Lamî, Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê

Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê aşkere dike ku nêzîkî 3300 fermanên girtinê ji bo wan tawanbaran hatine derxistin ên ku di serdema rêjîma berê de tawanên li dijî mirovahiyê encam dabûn. Her wiha aşkere dike ku Dadgeha Temyîzê cezayê bidarvekirinê yê Ecac pesend kiriye û rêkar li Serokatiya Komarê ne.

Dadrês Sed El-Lamî, Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê, di hevpeyvînekê de ligel Ajansa Nûçeyan a Îraqê ragihand: Dadgeha me di sala 2005an de hatiye avakirin û berdewamiya wê dadgehê ye ya ku Encûmena Hikûmraniyê di sala 2003yan de ava kiribû, ku karên wê ji bo qonaxeke diyarkirî ya lêkolînê bûn.
Her wiha dibêje: Dadgeha me, heta wê dema ku ser bi Encûmena Wezîran ve bû, cezayê bidarvekirinê ji bo 20 kesan ji serkirdeyên rêjîma berê derxistibû. Lê piştî sala 2012an, bûye dadgeheke pispor ku taybet e bi pirsên teror, destpakî, tawanên li dijî mirovahiyê, tawanên şer û komkujiyê.

Derbarê giliyên nû û wan dosyeyên ku kar li ser dikin de, Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê ragihand: Giliyên nû pir kêm in, lê em kar li ser bi hezaran dosyeyan dikin û nêzîkî sê hezar û 300 kesan jî fermana girtina wan derketiye, ku di serdema rejîma berê de tawanên li dijî mirovahiyê encam dabûn. Kêşe di girtina hinek ji wan de heye û hinek ji wan jî li derveyî welat in.

 
Ev dosyayên ku dadgeh li ser wan dixebite, girêdayî wan giliyên ne ku li ser tawanên navbera 17ê Tîrmeha 1968an heta Gulana 2003an hatine qeydkirin.
Derbarê wan kesên ku hatine cezakirin jî, Serokê Dadgehê Dadwer Sed El-Lamî eşkere kir: Heta niha 160 kes hatine cezakirin, ku cezayê bidarvekirinê bi ser 26 kesan de hatiye sepandin.

Girêdayî mijara tawanbar Ecac û gorên bikom jî ragihand: Qurbaniyên mijara Ecac, ew in ku ji kîmyabaran û êrîşên leşkerî yên li ser herêmên Herêma Kurdistanê rizgar bûn, lê piştre hatin girtin û bo biyabanên başûrê Îraqê hatin veguhastin.
Derbarê cezayê bidarvekirinê bo Ecac jî ragihand: Dadgeha Pêdaçûnê ceza pesend kiriye û rêkar li Serokkomariyê ne.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket