Dadwerî û Paqijiya Îraqê: Bi milyaran dolarên ku hatibûn dizîn bo welat hatin vegerandin

Êraq 03:44 PM - 2026-07-05
Vegerandina dolaran bo Îraqê PUKMEDIA

Vegerandina dolaran bo Îraqê

Wezareta Dadê ya Îraqê ragihand ku di dosyeya vegerandina pereyên hatine qaçaxkirin û cemidandin ên li derve de, di du salên borî de encamên erênî yên mezin hatine bidestxistin. Wezaretê tekez kir ku bi hevahengiyeke hevpar ligel Desteya Paqijiyê ya Federal li 5 welatan dosyeyên qanûnî yên nû hatine vekirin.

Vegerandina pereyan pişta xwe dispêre peymanên rûbirûbûna gendeliyê

Berdevkê Wezareta Dadê, Ehmed El-Lueybî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: Pêvajoyên vegerandina pereyan li ser bingeha bendên Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Rûbirûbûna Gendeliyê hatine kirin. El-Lueybî eşkere kir ku hewldanên vegerandina pereyên ku di salên 2025 û 2026an de hatine dizîn bûne sedema vegerandina zêdetirî 3 mîlyon dolarên ku li Libnanê cemidîbûn, her wiha zêdetirî 20 milyar û 457 mîlyon dolar ji bo berjewendiya Banka Navendî ya Îraqê hatine vegerandin û parastin. Ji bilî vê, milyarek û 706 mîlyon dolarên ku ji aliyê tawanbarekî reviyayî ve ji bo Urdunê hatibûn qaçaxkirin, hatine vegerandin.
Desteya Paqijiyê: Nîvê kesên reviyayî bi rêya "Interpol"ê hatin girtin

Ji aliyê xwe ve, Desteya Paqijiyê ya Federal eşkere kir ku wan bi rêya hevahengiyeke asta bilind ligel Rêxistina Polîsê Navdewletî (Interpol), karîbûn nîvê tawanbarên dozên gendeliyê yên ku reviyabûn derveyî welat bigirin, û tekez kir ku perên pir mezin bo xezîneya giştî ya dewletê hatine vegerandin
Surprîzên mezin li pêş in
Desteya Paqijiyê hişyarî da ku wê di demeke nêz de dosyeyên nû yên gendeliyê eşkere bike ku wek "surprizên mezin" binav kirin. Desteyê da zanîn ku ev dosye girêdayî kesayetên pir diyar ên di qada siyasî û civakî de ne, û vegerandina birrên mezin ên pereyan li xwe digirin ku rayedaran vê dawiyê dest danîne ser wan.
Astengiyên yasayî û kêşeyên aborî

Derbarê kêşeyên ku rûbirûyê şopandina dravên talankirî dibin, Desteyê eşkere kir ku hîn jî astengiyên yasayî ligel hin dewletan hene ku ji ber cudahiya pergalên yasayî peyda bûne. Desteyê diyar kir ku zehmetî di "tevlîkirin û helandina" hin ji wan dravên dizî de ye di nav aboriya welatên ku hewandina wan dikin, ev yek jî hewceyî hewldanên hûr û belgeyên yasayî û dadwerî yên teqez e da ku were îsbatkirin ku ew drav milkê Komara Îraqê ne.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket