Serokwezîrê Îraqê: Em ê çavkaniyên gendeliyê hişk bikin

Êraq 03:27 PM - 2026-07-05
Serokwezîr li wezreta parastinê PUKMEDIA

Serokwezîr li wezreta parastinê

Serokwezîrê Îraqê tekez dike ku ew ê rê nedin çek ku li derveyî desthilata dewlet û yasa hebe û dibêje jî: Em ê li ser rûbirûbûna gendeliyê û hişkkirina çavkaniyên wê berdewam bin, her wiha giring e ku artêşa Îraqê artêşeke pîşeyî û bihêz be.

Elî Zeydî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, serdana Wezareta Parastinê kir û biryara bilindkirina pileyên efseran îmze kir.
Di wê serdanê de û di civîna xwe ya bi efserên pilebilind ên wezaretê re, Serokwezîr ragihand: Em bi biryar in ku efser pileyên xwe yên şayiste wergirin, li gorî wê xişteya ku kar li ser tê kirin.

Her wiha got: Hikûmet giringiyeke mezin dide pêşxistina artêşa Îraqê, bi şêwazekî ku bibe artêşeke pîşeyî û bihêz, ku ramana wê ya sereke parastina welat û gelê wê be.
Her di heman civînê de, Serokwezîrê tekez kir ku ew ê rê nedin çek li derveyî dewlet û yasa hebin.û got: Em di rûbirûbûna gendeliyê û hişkkirina çavkaniyên wê de berdewam in, ji bo ku dewlet li ser bingeha yasa û edaletê ava bibe û hemwelatî jî di nav ewlehî û aramiyê de bin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket