Wezareta Dadê ya Federal: Di Hezîranê de 640 girtî hatin berdan

Êraq 01:39 PM - 2026-07-04
Wezareta Dadê ya Iraqê Ragihandina Wezaretê

Wezareta Dadê ya Iraqê

Êraq

Wezareta Dadê ya Iraqê ragihand ku, di meha Hezîranê de, 640 girtî ji girtîgehên li Bexda û bajarên din serbest hatine berdan, diyar jî kiriye ku hin ji wan li gorî yasaya lêborînê hatine azad kirin.

Wezareta Dadê di daxuyaniyekê de got jî: Hejmara girtiyên ku di Hezîrana 2026an de serbest hatine berdan gihîştiye 640 kesan, ji wan 221 kes li gorî yasaya lêborîna giştî serbest hatine berdan.

Wezareta Dadê piştrast jî kiriye ku, fermangeha çaksaziyê ya Iraqê berdewame li çavdêrîkirin û cîbicîkirina rêkarên azadkirina girtiyan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket