Merasîma fermî ya cenazeyê rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî destpê kir

Cîhan 10:59 AM - 2026-07-04
Wêneyê Merasîmê AFP

Wêneyê Merasîmê

Îran

Merasîma cenazeyê Rêberê berê yê Bilind yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, îro roja Şemiyê 4/7/2026`an li Tehranê paytexta Îranê hate lidarxistin, merasîm bi beşdariyekî berfireh ya xelkê birêve diçe û rêûşûnên ewlehiyê yên tund hatine girtin û merasîm wê şeş rojan li Îran û Iraqê bidome.

Bi hezaran şînî serê sibê li Mizgefta Mezin a Tehranê kom bûn, di heman demê de televîzyona fermî ya Îranê destpêkirina merasîmên fermî ragihand, bi sînordarkirinên trafîkê re ji hêla rayedaran ve li dora cihê cenazeyê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin girtin.

Eve jî di demekê de ye ku roja Înê 3/7/2026, rayedarên Îranî perde li ser tabûta Rêberê berê yê Bilind yê Komara Îslamî ya Îranê (Elî Xamineyî) vekirin, ku li ser sekoyek bilind hatibû danîn û bi kulîlkan hatibû pêçandin ji bo amadekariya xatirxwestinê ji cenazeyê wî re.

Li gorî bernameyê, şîna ku ji hêla komîteya amadekar ve hatî ragihandin, merasîm dê wiha werin lidarxistin:

Westgeha yekem (Tehran): Destpêkirina merasîmên fermî û giştî li paytextê.

Westgeha duyemîn (Iraq): Veguhestina cenazeyê bo Iraqê, da ku serdana mezargehên pîroz bike.

Westgeha dawî (Meşhed): Vegerandina cenazeyê bo Îranê û veşartina wî li bajarê wî yê jidayikbûnê Meşhed.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket