Civata Nûneran: Em bang li hikûmetê dikin ku di vekirina dosyeyên mezin ên gendeliyê de xemsariyê neke
Êraq 09:17 PM - 2026-07-02
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Civata Nûneran îro Pêncşemê bang li hikûmetê kir ku di
vekirina dosyayên mezin ên gendeliyê de sistiyê neke, û destnîşan kir ku
"em ê her agahiyek ku li ber destê me hebe pêşkêş bikin.
Rîveberiya Ragihandinê ya Civata Nûneran di daxuyaniyekê de
ragihand: Salên dûrudirêj e ku gendelî li welatê me heye, heta ku bûye
mezintirîn asteng li pêşberî pergala siyasî. Li gel her hikûmet û xula
parlamenê, dirûşm û bangên çaksaziyê, û planên rûbirûbûn û tepaserkirina
gendelî û gendelkaran li pey hev tên, bêyî ku encamên rasteqîn li ser erdê
hebin, her wiha hinek ji wan wekî derfetekê ji bo talankirina xezîneya giştî û
wekî perdeyekê ji bo gendelkaran hatin bikaranîn.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Ji bo ku berbangê roja
Yekşemê (28ê Hezîrana 2026an) bibe destpêka qonaxeke nû ku hêvî û geşbîniyê ji
bo pêşerojeke geştir a gelê me yê serbilind bi xwe re tîne," û eşkere kir
ku "biryara niştimanî û berpirsiyarane ya Civata Nûneran di bersivdana
daxwazên Desthilata Dadwerî de ji bo rakirina parêzbendiyê li ser komek ji
endamên xwe, bingeha sereke ava kir, belku eger ne ji vê biryarê ba, Operasyona
Berbangê (Fecir) ya wêrek di şerê dijî gendeliyê de dest pê nedikir.
Di dawiyê de hat gotin: Ji bo parastina şiyan û saziyên
dewletê, û rawestandina talankirin xezîneya giştî, û ji bo ku rûbirûbûn û şerê
dijî gendeliyê bibe rêbazeke domdar heta jinavbirina tevahiya pergala
gendeliyê, Civata Nûneran daxwaz dike û hikûmetê neçar dike ku ber bi pêş ve
biçe û di vekirina dosyayên gendeliyê yên herî mezin, xeternak û talanker ên
xezîneya giştî de, di nav demên diyarkirî de, bi tu awayî sistiyê neke.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

