Li Şamê di teqînekê de kuştî û birîndar hene

Cîhan 04:30 PM - 2026-07-02
Wêneyê ccihê teqînê Sana

Wêneyê ccihê teqînê

Sûriyê

Li gorî Ajansa Nûçeyan a fermi ya Sûriyê (SANA), di teqînekê de ku îro Pêncşemê piştî nîvro, 2ê Tîrmeha 2026an, di nav qehwexaneyekê de li Kolana Nesir li Şamê rûda, 5 kes hatin kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansê ji zarê rêvebirê hawarçûnê ya ser bi Wezareta Tenduristiyê Dr. Ehmed Bakur ragihandiye ku, teqîna ku li Kolana Nesir li navçeya Hîcazê qewimî bû sedema mirina 5 kesan û birîndarbûna 16 kesan.

Diyar jî kiriye ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Muctehid, ji bilî birîndarek ku ji bo Nexweşxaneya Heyva Sor a Sûrî hatiye veguhastin.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê jî aşkere kiriye û sedema teqînê bombeyek çandî bûye ku li nava qehwexaneyê de hatibû danîn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket