Qeterê Pêşkeftinek erînî di danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de radighîne

Cîhan 09:26 AM - 2026-07-02
Amerîka û Îranê PUKMEDIA

Amerîka û Îranê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El-Ensarî ragihand ku navbeynkarên Qeterî û Pakistanî li Dohayê civînên cuda yên bi danûstendkarên Amerîkî û Îranî re bi dawî kirin.

El-Ensarî di parvekirineke li ser hesabê xwe yê "X" de got: Navbeynkarên Qeterî û Pakistanî li Dohayê civînên cuda yên bi danûstendkarên Amerîkî û Îranî re bi dawî kirin, ku tê de li ser mijarên girêdayî yadeştnameya lihevkirinê ya li Îslamabadê hatibû îmzekirin, li ser bingeha encamên lûtkeya Gola Losîronê, pêşveçûneke erênî hat bidestxistin.
Got jî: Aliyan li ser berdewamkirina gotûbêjan di dema bê de lihev kirin, bi şertê ku piştî bidawîbûna merasîmên sersaxî û veşartina Rêberê berê yê Îranê, di zûtirîn dem de dîroka civîna bê were diyarkirin.
Roja çarşemê li Dohayê, di çarçoveya hewldanên dîplomatîk û xebatên ji bo kêmkirina alozîyên piştî êrîşên dualî de, di navbera berpirsên Amerîkî û Îranî de bi rêya navbeynkaran danûstendnên teknîkî yên nerasterast dest pê kirin.
Waşinton û Tehran ji nîvê meha Hezîranê ve, li gorî yadeştnameya lihevkirinê ya ku bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê îmze kiribûn, ketine nav danûstendnên ku biryar e 60 rojan bikişînin û dikarin werin nûkirin; bi armanca bidawîkirina şerê ku li Rojhilata Navîn bi êrîşa Amerîkî-Îsraîlî ya li ser Îranê di 28ê Sibatê de dest pê kiribû.

Piştî ku li ser mijara kontrolkirina Tengava Hurmizê êrîş guhartin, Amerîka û Îranê roja sêşemê ragihandin ku ew ê berpirsên xwe bişînin Qeterê da ku di çarçoveya cîbicîkirina xalên yadeştnameya lihevkirinê de civînan pêk bînin.

Di yadeştnameyê de çend bendên sereke hebûn, ya herî girîng agirbest li hemû aliyan, vekirina Tengava Hurmuzê, rakirina dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê, berdana beşek ji hebûnên cemidî yên Tehranê, û danûstandinên bi armanca gihîştina rêkeftineke dawî di nav 60 rojan de, ku dikare were dirêjkirin.

Axios ji zarê rayedarekî Amerîkî veguhest ku got, Me li Dohayê lihevkirinek çêkir ku di hefteya bê de aramiyê biparêzin da ku rê bidin pêşketinê li ser hemû aliyên yadeştnameya têgihîştinê.



PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket