Li Belçîka şewat derket û gelek kes mirine

Cîhan 03:56 PM - 2026-07-01
Dîmenek ji şewatê En Son Haber

Dîmenek ji şewatê

Cîhanî

Şewateke li avahiyeke 10 qatî li Antwerpê bû sedema mirina gelek kesan,her çende hejmareke rast ya hejmara miriyan ne hatiye ragihandin jî, lêpirsînên li ser sedema şewatê berdewam e.

Li taxa Linkeroever ya Antwerpê, ji ber sedemên ku hîna nayên zanîn, li qata 8an ya avahiyek 10 qatî agir derket,piştî agahdarkirinê gelek tîmên agirkujiyê û yên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Rayedaran ragihandin ku ji bo diyarkirina sedema agir lêkolîn berdewam dikin,derbarê hejmara kuştî û birîndaran de jî hîna agahiyên zelal ne hatine parvekirin.
Zêdetirî 200 kesên ku di avahiyê de diman hatin rizgarkirin , û ji niştecihên herêmî hat xwestin ku pencere û deriyên xwe û ger pêwîst be, pergalên hewakirinê bi tevahî bigirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket