Efrîn: Destdanîna ser milkên welatiyan berdewam dikin

Kurdistan 01:35 PM - 2026-07-01
Efrîn PUKMEDIA

Efrîn

Efrîn Rojavayê Kurdistanê


Li Efrînê, operasyonên destdanîna ser mal û milkên sivîlan û ferzkirina bacan ji aliyê koma ku wekî "Lijneya Aborî" tê naskirin, berdewam dikin. Ev komîte ji endamên komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirkirin û di bin sîwana Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî de ne, pêk tê.

Li gorî agahiyan, ev operasyonên destdanîna ser milkan rasterast erd, xanî û dikanên welatiyên Kurd dikin armanc, bi taybetî jî yên kesên ku koçberî dervayî welêt bûne an jî yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, ku ev yek bi hinceta "nebûna wan li navçeyê" tê kirin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ev kiryar herî zêde li navçeya Reco ya li gundewarê Efrînê giran bûne.
Rêxistinê diyar kir ku van koman di bin gefa çekan de, li ser şêniyên herêmê û kesên ku nû vedigerin, pere di navbera 1000 û 10,000 dolaran de ferz kirine. Ev pere di berdêla vegerandina xaniyên wan an jî ji bo ku destwerdan li zeviyên wan ên zeytûnan .
Di dema dawî de, van komên nefermî operasyon dest pê kirina ku dest danin ser baxçeyên zeytûnan bi hinceta ku xwediyên wan li wir nînin ligo ku xizmên wan li deverê ne û xizmet dikin.

Her weha li gor ragihandina şêniyên ku nû vegeriyane herêmê, wan piştrast kir ku dezgehên ewlehî û dadwerî yên ser bi Hikûmeta Demkî ve, heta niha nekarîne sînor li ber van kiryaran deynin an jî berpirsyaran ceza bikin, Ev rewş dibe sedem ku kesên zirar dîtine nekaribin daxwaza mafên xwe bikin, ji ber ku ditirsin rastî sîxurî, revandin an jî êrîşan bên.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, berdewambûna van binpêkirinan hiştiye ku bi sedan malbat ji vegera li ser xaniyên xwe dudil bin û paş de bisekinin, tevî ku di dema borî de bi hezaran koçber vegeriyane Efrînê. Sedema vê yekê jî tirs û fikarên wan ên li ser nebûna jiyaneke ewle û berdewambûna tirsandina darayî (madî) ye.
Di heman demê de, çalakvan hişyariyê didin ku berdewambûna van reftaran aloziya civakî kûrtir dike, baweriya bi saziyên herêmî xira dike û aramiya li herêmê dixe bin metirsiyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket