Serokomar tekezî li hewldanên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan dike

Êraq 02:30 PM - 2026-06-30
Serokomar û Serokê Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyê Ragihandina Serokomar

Serokomar û Serokê Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyê

Serokkomarê Êraqê

Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî tekez kir ku diyalog û jihev têgihîştin kevirên bingehîn ên kontrolkirina krîzan in.

Nizar Amêdî Serokomarê Iraqê roja Sêşemê 30ê Hezîrana 2026an li Koşka Bexda û bi amadebûna serokê dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Iraqê Hemîd El-Şetrî, pêşwazî li serokê dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MIT) Îbrahîm Kalin û şandeya pêre kir,.

Di civînê de pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî, û her weha rêbazên pêşxistina hevkariya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de di warên ewlehî û îstîxbaratê de, bi awayekî ku berjewendiyên her du welatan biparêze, hatin gotûbêj kirin.

Serokomar Nizar Amêdî ragihand ku diyalog û jihev têgihîştin kevirên bingehîn ên kontrolkirina krîzan in, û tekezî li girîngiya yekkirina hewildanan ji bo çareserkirina pirsgirêkên sînoran derbas dikin ji bo parastina ewlehiya hevpar û avakirina jîngehek aramtir li herêmê kir.

Ji aliyê xwe ve, serokê dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, pabendbûna welatê xwe ji bo parastina hevrêzî û hevkariya bi Iraqê re di hemî waran de û vekirina asoyên berfirehtir ji bo pêşxistina peywendiyan û xebatê di navbera saziyên têkildar ên li her du welatên cîran de piştrast kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket