Hikûmeta Iraqê ji bo pereyên dizî hejmarek bankî vedike

Êraq 05:44 PM - 2026-06-29
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî Ajansa Iraqê

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî

Êraq

Hikûmeta Iraqê vekirina hejmareke bankê ragihand da ku pereyên ku ji dozên dewlemendkirina neyasayî hatine wergirtin berhev bike. Berdevkê hikûmetê jî aşkere kir ku di çarçoveya operasyona berbangê de bi dehan tometbarên gendeliyê hatine girtin, di heman demê de ji karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re piştrast kir ku mûçeyên wan dê mîna yên Iraqê werin dayîn.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî îro roja Duşemê 29/6/2026 di kongireyeke rojnamevanî de got: Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ferman da Wezareta Darayî ku hejmarek bankî ya taybet veke da ku pereyên ku ji kesên ku di dozên dewlemendkirina neyasayî de beşdar in werin wergirtin berhev bikin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê aşkere jî kir ku: Di operasyona berbangê de ya li hemberî tometbarên gendeliyê de heta niha 68 gumanbar hatine girtin. Operasyon dê raneweste û mukurhatinên kesên hatine girtin dê hikûmetê ber bi çend torên din ên gendeliyê ve bibe.

Heyder Ebûdî di beşek din ya axaftina xwe e bal kişand ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û got: Em karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku di navbera Bexda û Hewlêrê de lihevkirinek û têgihîştinek baş heye derbarê mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, pabendbûnek bêguherîn û sabît heye ku mafên wan ên darayî werin dabînkirin û misogerkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket