Geştûguzara Helebce pêşbîniya milyonek geştiyar dike

Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-29
Rêvebira Geştûguzariya Helebce Çiya Qasim PUKMEDIA

Rêvebira Geştûguzariya Helebce Çiya Qasim

Helebce

Rêvebira Geştûguzariya Helebceyê dibêje: Pêşbînî dikin heta dawiya vê salê nêzîkî milyonek geştiyar serdana parêzgehê bikin, ji bo vê armancê me zêdetirî 250 navend û cihên geştiyariyê ji bo pêşwazîkirina geştiyaran amade kirine.

Rêvebera Geştûguzariya Helebce Çiya Qasim, ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re got: Zêdetirî 250 kafeterya, xwaringeh, kepir û kuxikên geştiyariyê, otêl û cihên mayînê ji bo pêşwazîkirina geştiyaran di demsalên cûda de amade ne, ji ber vê yekê em li bendê ne ku heta dawiya sala 2026an, nêzîkî milyonek geştiyar serdana Helebceyê bikin.

Çiya Qasim got jî: Parêzgeha Helebceyê sala par zêdetirî milyonek û 17 hezar geştiyar pêşwazî kir, ku ji wan nîv milyon berê xwe dan festîvala Hinarê, ji ber vê yekê em li bendê ne ku parêzgeh îsal hejmareke pîvanî a geştiyaran tomar bike.

Çiya Qasim amaje bi wê yekê jî kir û got: Ji ber aramiya ewlehiya herêmî û bidawîbûna şerê di navbera Amerîka û Îranê de, tê payîn ku sektora geştiyariyê li parêzgeha Helebceyê geşbûnek  girîng bi xwe ve bibîne.

Hêjayî gotinê ye ku di dawiya Cotmeha 2025an de, festîvala Hinar û payîzê li Helebceyê hate lidarxistin, nîv milyon geştiyar serdana bajêr kirin û firotan gihîşt nêzîkî milyarek û 700 milyon dînaran.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket