Di salvegera 17 şehîdên Qirge de

Kurdistan 11:56 AM - 2026-06-29
şehîd PUKMEDIA

şehîd

Şehîd

43 sal di ser şehadeta 17 şehîdên Qirgeyê re derbas dibin. Di şeva 28 li ser 29ê meha Hezîrana sala 1983an de, destek pêşmerge ku di nav du traktorê de bûn li gundê Qirgeyê ku dikeve binara Giwêje li bakurê rojhilatê Silêmaniyê, piştî vegera wan ji çalakiyeke bêhempa di nav bajarê Silêmaniyê de, ji aliyê destê reş ê rejîma rûxandî ya Beisê ve hatin şehîdkirin ku hejmara wan 17 pêşmerge bûn, tenê 3 pêşmergeyan karîbû xwe rizgar bikin, her wiha tenê yek pêşmerge bi navê (Omerê Sûr) dîl hat girtin, ku bextewarane di peymanên sala 1984an de hat azadkirin û bi qehremanî ji zîndanê derket.
Di wê rojê de belavbûna nûçeya şehîdbûna wê desteya pêşmergeyên Şoreşa Nû li gundê Qirgeyê, bû şîneke nehênî di nav her maleke bajêr de, ku heta niha jî mirovên xwedî ezmûn ên berê wekî destaneke mezin behsa wê dikin.
Navên şehîdên Qirgeyê:

1-Aras Mehmûd Ezîz
2-Agrîn Şêx Nûrî
3-Taha Ebdullah Mihemed ku bi Mam Taha tê naskirin
4- Xefûr Ebdulkerîm Emîn
5- Omer Reşîd Mistefa
6- Rehîm Osman
7- Amanc Ebdullah Mihemed bi Ayar tê neskirin
8- Mihemed Kerîm Salih nasraw bi Heme Sûr
9- Karwan Xerîb Şah Mihemed
10- Azad Reşîd Arif 11
11-Newzad Mihemed Tahîr
12- Îsa Xefûr Mihemed
13- Bekir Nesredîn Ezîz
 14- Salar Fethullah Gul Mihemed
 15- Mihemed Îbrahîm Emîn bi Şêx Mihemed tê naskirin
16- Ebûbekir Rehman Hesen
17- Mihemed Ebdurehman Ehmed

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket