Tabloyên min êş û azarên miletê min vedibêjin
multimedia 03:46 PM - 2026-06-25
Kurdistanî Nwê
Hunermenê Şêwekar ê Kurd
Hunermendê şêwekar yê
xelkê herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê radighîne ku, huner bi giştî û şêwekarî
bi taybetî rêyek e ji bo veguhestina peyamên çandî û pêkvejiyanê ye.
Can Îsa, hunermendê şêwekarê
diyar ê herêma Efrînê ji Almanyayê ji rojnameya Kurdistanî Nwê axiviye û gotiye:
Dema ku ez li Efrîn dijiyam, min wekî endezyar û xemilandinvan dixebitîm, lê
piştî Şoreşa Gelan a Sûriyeyê ya 2012an, ji ber rewşa nebaş a welêt, min berê
xwe da Almanya û li wir min dest bi hunera şêwekariyê kir û zêdetir li 350
tablo min kêşane.
Can Îsa got: Li gelek
welatên Ewropayê pêşangehên min ên taybet û hevbeş hebûn û piraniya tabloyên
min hatin firotin. Min tenê li Almanya çar pêşangeh vekirine û daxwazek mezin
li ser tabloyên min hebûn ji ber ku piraniya tabloyên min li ser êşên gelê min
in li her çar parçeyên Kurdistanê û girêdayî axê û dîroka netewa min bûn.
Her weha diyar jî kir
ku; Her çend cîhek min a taybet hebe ku ez her roj lê dixebitim jî, lê hin ji tabloyên xwe li ser înternetê bi
awayekî onlayîn difroşim û gelek kes li Ewropayê bi miletê min re hevxem in.
Di dawiya axaftina xwe
de hunermend Can Îsa got: Hunera şêwekariyê peyamek pir girîng hildigire,
nemaze ji bo veguhestina peyama çandî û êş û azarên miletê Kurd ji gelên cîhanê
re. her weha min dahata gelek tabloyên xwe jî ji zarokên sêwî veqetandiye.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

