Fireksiyona YNK pesna hewlên xelkê Helebçeyê di lêgerîna cenazeyê Ruqeye de dide
Êraq 04:31 PM - 2026-06-19
PUKMEDIA
Logoya YNK
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li
Parlamentoya Îraqê nameyek spasiyê ji xelkê parêzgeha Helebçeyê re şand ji bo
hewldanên wan ên di lêgerînê li cenazeyê zaroka bi navê Ruqeye. Name wiha ye:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
• Ji bo Parêzgara Birêz a Helebçeyê
• Ji bo hêzên ewlehiyê yên birêz, tîmên parastina sivîl û
tîmên bijîşkî
• Ji bo xelkê birêz ê parêzgeha Helebçeyê
Em, fraksiyona YNK li Parlamentoya Îraqê, ji bo hewldanên we
yên bêwestan ên heşt rojan di lêgerîna cenazeyê keça 11 salî ya bi navê Ruqeye
de spasî û teqdîrên xwe yên dilsoz ji we hemûyan re pêşkêş dikin. Ew bi malbata
xwe re ji bo geştiyariyê serdana herêma Hewramanê kiribû, ji bajarê Kerbelayê
hatibû, lê mixabin ku ew di avê Zelmê de fatisî û jiyan ji dest da. Piştre
cenazeyê wê hate dîtin, radestî malbata wê hate kirin, û li bajarê wê yê
jidayikbûnê merasîmek fermî hate lidarxistin.
Kiryarên we karakterê we yê hêja û mirovahiya we nîşan
didin, ku îspat dikin ku nirxên mirovan ji yên din bilindtir û biqîmettir in.
Em vê helwesta bi rûmet a ku ji hêla xelkê Helebçe, Xurmal û hemû xelkê herêmê
ve hatiye girtin pir girîng dibînin, û wê wekî erkekî mirovî û welatparêzî yê
bilind dibînin.
Di vê bûyera xemgîn de, em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr ji
malbata mirî û hemû xelkê parêzgeha Kerbelayê re pêşkêş dikin. Em di xemgîniya
wan de beşdar in ,dilovaniya Xwedê lê be û cihê wê buhişta fireh be.
Fireksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

