Mehmûd Sengawî ji bo Serok Bafil: YNKê di destek emîn de ye

Kurdistan 05:07 PM - 2026-06-18
Wêneyê Civînê Nûsîngeha Ragihandina Serok Bafil

Wêneyê Civînê

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Debaşan, pêşwazî li tekoşerê diyar ê Kurdistanê û YNKê Heval Mehmûd Sengawî kir.

Di hevdîtinê de, Serok Bafil dîroka pir şanazî ya Heval Mehmûd Sengawî di têkoşîna rizgariya Kurdayetî û şoreşa nû ya gelê me de, bi rêbertiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê bilind nirxand, ku wek yek ji fermandeyên diyar ên Pêşmerge hertim di rêza pêşîn a xebatê de bûye û dilsoz bûye ji bo ax û gelê Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Heval Mehmûd Sengawî piştevaniya xwe ji bo helwest û gavên Serok Bafil dubare kir û got; YNKê di destekî emîn de ye û em kêfxweş in ku emê li ser mafên gelê xwe yê serbilind tawîzê nedin, daku bi wekhevî xizmeta tevahiya xelk û deverên Kurdistanê bê kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket