Bazirganên madeyên hişber yên herî metirsîdar hatin kuştin

Êraq 05:07 PM - 2026-06-12
Otomobîla Tawanbaran Ragihandina Asayîşa Îraqî

Otomobîla Tawanbaran

Îraq

Li parêzgeha Meysan, du ji bazirganên madeyên hişber yên herî metirsîdar li ser asta Îraqê di operasyoneke ewlehiyê de û piştî pevçûnên çekdarî hatin kuştin.

Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ragihand; ew operasyon li ser bingeha zanyariyên îstixbaratî yên hûr ji aliyê rêveberiyên asayîşa Bexda û parêzgehan hat lidarxistin tometbar li herêma (Qela Salih) a parêzgeha Meysanê hatin dorpêçkirin û piştî gulebarankirina hêzên ewlehiyê ji aliyê wan tawanbaran ve ew hatin kuştin.

Dezgeha Asayîşa Niştimanî got: Yek ji kuştiyan wekî (Ebû Fetim) tê nasîn, ku bi bazirganê sereke yê madên hişber curê (krîstal) li Iraqê dihat hesibandin û li gorî madeya 27an a yasaya Têkoşîna li dijî madên hişber ji aliyê dadgehê ve daxwazkirî bû.

Di heman demê de piştî ku şer bi dawî bû, destbiser madeyên hişber û çekên cûrbecûr û çend bombeyên êrîşê yên tawanbaran hatin girtin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket