Îsraîlê derdora Beyrûtê bombebaran kir

Cîhan 02:34 PM - 2026-06-14
Artêşa Îsraîlê îro êrîşî devera Beyrûtê kir El Erebiye

Artêşa Îsraîlê îro êrîşî devera Beyrûtê kir

Artêşa Îsraîlê îro Yekşem rêkefta (14ê Hezîrana 2026)an de, piştî êrîşên Hizbulahê yên li ser çend deverên bakurê Îsraîlê, êrîşeke esmanî li ser herêma Xabîrî ya Beyrûtê da destpêkirin.

 Berdevkê artêşê Afîxayî Adreî di posteke li ser Platforma X de got:Artêşê di êrîşê de binesaziya Hizbulahê armanc girt.

Her weha aşkere kir ku,êrîşan her wiha baregeha fermandarekî Hizbulahê jî armanc girt, û bi gotina wî ew êrîşan li ser Îsraîlê plan dikir û vîdyoyên êrîşan diweşand.

 Di heman demê de, çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlê got:Êrîşê fermandarekî payebilind yê yekîneya ragihandinê ya Hizbulahê armanc girtiye.

Ev êrîşên Îsraîlê piştî ku Hizbulaha Lubnanî bi sê dron bajarokên bakurê Îsraîlê kir armanc, ku Îsraîlê ev yek wekî binpêkirina agirbestê bi nav kir pêk hatin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket