Qubad Talebanî peyameke sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re şand

Pirsename 11:55 AM - 2026-06-14
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, ji ber koça dawî ya birayê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mamoste Selahedîn Mihemûd Behaedîn peyameke sersaxiyê arasteyî wî dike.

Deqa peyamê:
Rêzdar: Mamoste Selahedîn Mihemûd Behaedîn, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya birayê we yê birêz (M. Hisên Mihemûd Behaedîn), em pir xemgîn bûn. Ji kûrahiya dilê xwe ve hevxwaziya xwe arasteyî cenabê we û tevahiya malbat û kesûkarên we yên birêz dikin.

Ji Xwedayê mezin daxwazkar in ku canê koçbûyî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihiştê şad bike, sebir û aramiyê jî bide cenabê we û malbatê.
Dilovaniya Xwedê lê be

Qubad Talebanî
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket