Li Swîsreyê rêkeftineke Îran û Amerîkayê tê îmzekirin
Cîhan 10:24 AM - 2026-06-15
PUKMEDIA
Rêkeftina Îran û Amerîka
Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê duh Yekşem 14ê Hezîrana
2026an, ragihandin ku wan lihevkirinek ji bo bidawîkirina şerê di navbera her
du welatan de, rakirina dorpêçên ku Amerîkayê li ser Îranê ferz kirine û
vekirina Tengava Hormizê pêk anîne. Biryar e ku peyman roja Înê, 19ê Hezîranê
li Cinêfê Swîsreyê were îmzekirin.
Di wê batrê de serokê
Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya ragihandina peymana di navbera Amerîkayê
û Îranê de kir, û hêviya xwe anî ziman ku ev gav dê bibe alîkar ji bo
xurtkirina ewlehî, aramî û serfiraziyê li ser asta herêmî.
Nêçîrvan Barzanî di postek li ser hesabê xwe yê fermî yê X
de got: Ez pêşwaziya peymana di navbera Amerîkayê û Îranê de dikim, û got ez hêvî
dikim ku hemî alî bi niyetek baş ji bo pêkanîna tevahî ya peymanê bixebitin, bi
armanca xurtkirina aramî, ewlehî û serfiraziyê li herêmê.
Wî her wiha spasiya
xwe ji bo hemû aliyên ku beşdarî hêsankirin û misogerkirina serkeftina vê
rêkeftinê bûne, anî ziman û got, Ez spasiya xwe ya dilsoz ji bo hemû kesên ku
di hêsankirin û piştgiriya vê destkeftiyê de rol lîstine, pêşkêş dikim.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Entoniyo Gutrês got, Em
pêşwaziya daxuyaniya ku Amerîka û Îran gihîştine rêkeftineke aştiyê dikin ku
agirbesteke tavilê û mayînde jî di nav de ye, dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka û Îranê ji dûr ve yadeştnameya têgihîştinê îmze kirin
09:51 AM - 2026-06-18 -
Duyemîn salvegera Roja Cîhanî ya Diyaloga Navbera Şaristaniyan li Hewlêrê hate vekirin.
10:45 PM - 2026-06-17 -
Rohilat Efrîn:Aramiya Sûriyê girêdayî naskirina nasnameya serbazî ya jinê ye
08:22 PM - 2026-06-17 -
Du rewşên Taya Xwînberûnê li Hewlêrê hatine tomarkirin
06:39 PM - 2026-06-17
zêdetir tamaşe bike
Tekez li ser yekgirtina hewildanên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê hat kirin
09:32 PM - 2026-06-18
Mehmûd Sengawî ji bo Serok Bafil: YNKê di destek emîn de ye
05:07 PM - 2026-06-18
Serok Bafil û Erecî: Divê hevkariya di navbera dezgehên ewlekariyê de berdewam bin
04:06 PM - 2026-06-18
Serokomar: Çapemeniya azad goşeya bingehîn ya avakirina dewletê ye
03:09 PM - 2026-06-18
zortrin xwendraw
-
Amerîka û Îranê ji dûr ve yadeştnameya têgihîştinê îmze kirin
Cîhan 09:51 AM - 2026-06-18 -
Mehmûd Sengawî ji bo Serok Bafil: YNKê di destek emîn de ye
Kurdistan 05:07 PM - 2026-06-18 -
Serokomar: Çapemeniya azad goşeya bingehîn ya avakirina dewletê ye
Êraq 03:09 PM - 2026-06-18 -
Erecî: Mam Celal serkirdeyekî mezin ê Îraqê û komkerê aliyan bû
Kurdistan 12:22 PM - 2026-06-18 -
Serok Bafil û Erecî: Divê hevkariya di navbera dezgehên ewlekariyê de berdewam bin
Kurdistan 04:06 PM - 2026-06-18 -
Rifet Ebdullah: Çemçemal hêjayî xizmet û projeyên zêdetir e
YNK 02:13 PM - 2026-06-18 -
Tekez li ser yekgirtina hewildanên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehiyê hat kirin
Êraq 09:32 PM - 2026-06-18 -
Dahata sala borî zêdetir ji 6 milyar dînare
Kurdistan 09:12 AM - 2026-06-19






Aplîkêşin

