Hêro Xan wek heval û hevjîna Mam Celal û rola wê li çiya û bajaran

Rêportaj 03:48 PM - 2026-06-11
Xanim Hêro Îbrahîm Ehmed PUKMEDIA

Xanim Hêro Îbrahîm Ehmed

Hêro Xan Kurdsat

Hêro Xan, ji bilî ku li pişt rêberekî mezin ê wek Mam Celal ve bû, parêzvaneka bihêz ê wêje, huner û çandê bû li çiya û li bajêr û damezrînera gelek projeyên ferhengî bû.

Ew tomarvaneka dîroka destanên Pêşmerge bû û li bajêr xizmeta civakê û parastina dîroka dikir. Ji ber vê yekê jêre weha tê gortin (Dîroknivîsa çiya, dosta media, parêzera zarokan û bîranînên nîştiman û jinek ku çend rehendan ve, ji zooma kamîreya xwe li çiya û heta avakirina media û mûzexane û rêxistina parastina zarokan û heya bi navenda gencan) rolek mezin lîstiye.


Ew wek keça malbateke têkoşer, dostê wêje û nîştimanperwer ew di 12ê Hezîrana 1948an de li Silêmaniyê ji dayik bûye, keça mamosta Îbrahîm Ehmed, yê siyasetmedar, parêzer û wêjevanekî mezin û heval û hevsenger û hevkara wê bû di qonaxên cuda cuda de bi vî awayî rola wê derdikeve.

Di wê derbarê de tekoşera kevin û hevala Hêro Xanimê (Nermîn Osman) dibêje: "Min li Yekîtiya Xwendekaran a Mekteba Siyasî dixebitîm. Me piraniya civînên xwe dibirin mala mamosta Îbrahîm Ehmed li Bexdayê, û Hêro Xan jî endam bû dihate civînan ji berk u em di beşê navxweyî bûn wê yekê jî weha dikir ku em zêdetir nêzîkî hevbin, piştî 11ê Adara 1970an, di çarçoveya hevgirtina rêxistinên herdû baskên Partî de, Mam Celal daxwaza kir (Hêro Xan, Ez, Pirşeng, Memend, Sit Direxşan, Sit Encum) û çend kesekî din em xwe ji bo sekretariyeta Yekîtiya Jinan berbijêr bikin, ez wê demê ne endamê yekîtiya jinan bûm ji ber ku ez hîn jî di nav xwendekaran de dixebitîm. Êdî bi gotina Mam Celal, me xwe berbijêr kir û em wekî endamên sekreteryayê hatin hilbijartin.

Dema ku ez çûm çiya jî, min Hêro Xan li wir dît. Wê demê, ez û Rûnak Şêx Cenab bi hev re çûn, li serkirdayetiyê tenê Hêro Xan lêbû weku jin, ji ber wê yekê, em dikarin bibêjin ku ew jinek e ku kariye xwe li gorî her rewşê biguncîne.

Hêro Xanim piştî Raperînê

Nermîn Osman li ser xebata Hêro Xanimê ya piştî serhildanê (1991)an dibêje: "Piştî (Raperînê) serhildanê û piştî ku ezmûna çiyayî bi dawî bû, xuya bû ku Hêro Xan demek dirêj xwe ji bo vê qonaxa nû amade kiribû.
Di demek kurt de wî dest bi avakirina çendîn rêxistin û saziyên medyayê û çandî kir, pêşî Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê (Mindalparêz) û paşê avakirina Navenda Ragihandinê ya Xak, parastina Avahiya Emnesoreke, avakirina navenda ciwanan, avakirina Kanala Asmanî ya KURDSAT, piştgiriya çend galeriyan û navendên çandî, ku hemî hîn jî di serê projeyên ku bêhna Kurdîtiyê didin de ne, her weha ne girêdayî dengedengê siyasî yê ku îro heye.
Yek ji taybetmendiyên Hêro Xan ewe ye ku ew jinek pir bihêz e ku di bin bandora kesî de ra û buçûnên xwe naguhere.

Kurdsat û Hêro Xan

Rêveberê Giştî ya Dezgeha Medyayî ya Kurdsat û Kurê xwîşka Hêro Xan (Dêrîn Latîf Reşîd), derbarê kenala Kurdsat û şopa tiliyên Hêro Xan de got: Hêro Xan tevahiya jiyana xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe terxan kiriye, xizmetkirina hemû çîn û texan kiriye jin jî di nav de, zarok, huner, medya û gelek warên din, keseke ku dubarekirina wê ne mimkun e û min di warê medyayê de gelek tişt jê fêr bûm, kesek ku her gav ji bo hemû çîn û texan bêyî cudahî xebitiye, hewldaye ekrana Kurdsat ji bo xizmeta gelê xwe bikar bîne, ne ji bo berjewendiyên xwe, her wisa min çend caran jêre gotiye "Dade, we ew hemû kar kiriye çima em li Kurdsatê belav nakin", Hêr Xan digot: Ez karên xwe nakin daku nîşanî xelkê bidim, belkû ez ji bo xizmeta xelkê kar dikim. Dêrîn Letîf got jî: Ew wek xudan û damezrênera Kurdsatê mamele digel hunermendan nekiriye, belkû wekî heval, dayik û hevalekî reftar kiriye, her kes pêwîstiya wî bi çi hebe, kariye bi azadî bi Hêro Xan re gotûbêj bike.

Derbarê jîrbûna wê ya hunerî jî Dêrîn Letîf got: "Wê her tim li ser Kurdsatê klîbên muzîkê berî ku werin weşandin, li odeya xwe ya li  Kurdsatê temaşe dikir û dinirxand. Tê bîra min carekê wê klîbek nîşanî min da û me ew temaşe kir dema ku qediya, ji min re got: Te çi têbînî heye? Min jî jêre got ku; ew klîbek xweşike û strana wê jî xweş bû. Got min dîsa temaşe bike û min dîsa temaşe kir, cara sêyem jî got seyr bike û li naverasta kilîpê de vîdyo rawestand û got min; vê care çawa bû, "Li pişt stranbêj li çiyê agir bi dûmana reş hebû ku tenê yek an du santîmetre xuya bû. Hêro Xan ji min re got; "Em ji mirovan re dibêjin ku jîngehê biparêzin, diyare ew li wî çiyayî tekeran dişewitînin, ji ber vê yekê bi dîtina min baş nîne em vê kilîpê li Kurdsatê belav bikin.

Wê her tim ji min re digot ku ez mirovan li ser Kurdsatê bikar neynim, lê divê deriyê Kurdsatê her gav ji bo welatiyan vekirî be, her kesek bi rêya Kurdsatê daxwazek hebûya, hewla çareserkirina pirsgirêkên wan dida û alîkariya wan dikir, ji hêla siyasî ve jî, wê bawer dikir ku Kurdsat divê bi hin babetan re neyê tevlihev kirin û divê tiştek were kirin da ku pêşî li serêşiya mirovan were girtin, nexasim hevalên bernameya Bernamew ê rastiyê dizanin ku her demê pirsgirêkek derketa, wê xwe dikir berpirsiyar da ku lîstikvan nekevin tengasiyê, bi vî rengî fêrî her kesî kir ku ji karê xwe netirsin.

Arşîva Hêro Xan li Çiya

Derbarê xizmetên Hêro Xanê de, rêveberê Kurdsatê got: "Wê ne tenê di damezrandina Dezgeha Medyayê ya Kurdsatê de rol hebû, belkû di heman demê de di arşîvkirina dîroka welatê me li çiyayan de rolek girîng list, ew kêlîkên ku wê tomarkirine dîroka me ye û hewildanên wê ne tenê bi çîrokên devkî, lê di heman demê de bi vîdyoyan jî dîrok parastiye, da ku nifşên pêşerojê bizanin ka dîroka vî welatî çi ye û di çi re derbas bûye. Wekî din, mohra hizbîtî ya bihêz ji ser kanala televîzyonê rakir, ger ne ji bo hewildanên Hêro Xan bûya, ez bawer nakim ku medyaya Kurdî dê di vê qonaxa niha de bûya, ji ber wê jî wê nehîşt logoya televizyona XAK çi pêwendî bi druşma hizbî û siyasî ve hebe, her weha ji bo nergiza kenala Kurdsatê, wî tiştek dixwest ku ji bo her çar beşên Kurdistanê sembolek Kurdî be. Me li Kurdsatê hewl da ku li ser siyaseta Hêro Xan berdewam bin.

Muzexaneya Neteweyî ya Emnesoreke

Rêveberê Giştî yê Muzexaneya ya Emnesoreke (Ako Xerîb) sebaret bi rola Hêro Xan di damezrandina mûzexaneya Emnesoreke, got:
Her ji sala 1994an vir ve, Hêro Xan ev bîrûke hebû, lê du sedem li pêşiya wê bûn weku astengî. ya yekem, ew koçberên ku piştî komreva mezin nekarîn vegerin warên xwe li wir bi cih bûn. Pirsgirêka duyemîn jî hin berpirsên wê demê nêrînên cuda hebûn dixwestin bikin cihê komelgeha saziyan yan jî bikin nexweşxane û hinek jî bi nêrîna wan başbû ku were hilweşandin û li şûna wê mol û apartman têde bên avakirin, lê Hêro Xan li ser fikra xwe israr kir û dev jê berneda. Piştî 31ê Tebaxê, proje ket meriyetê û kompaniya Newroz pêkanîna wê girt ser xwe.

Piştî hilweşîna rejîma Baasê di sala 2003an de, tank, top û hin çekên giran ên ku ji bo wêrankirina Kurdistanê dihatin bikar anîn li Qada Emnesoreke hatin bicihkirin.
Beşên zindanê jî wekî beşek bi bandor ji bo mêvan û dîplomatan vekirî bûn, piştre beşek taybet bi mayînan hat vekirin. Di sala 2009an de, me karî ji Birêz Omer Fetah budçeyek bistînin da ku Hola Sînemayê ya Yılmaz Gunay û Muzexaneya Çandî ava bikin.

Xerîb got jî, "Her çend ez di wê demê de serpereşt bûm jî, min di sala 2011an de bi fermî xwe ji bo Muzexaneya Neteweyî ya Emnesoreke veqetand da ku em ji bîra me neç, niha navê wî yê rastîn e. Bi hev re bi Hêro Xan re, me projeyek danî holê da ku muzexaneyê bi giştî temam bikin, û dûre me biryar da ku ew bibe sîwanek neteweyî û milkê hemî rengên cûda.

PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket