Projeya medyayî ya hevpar pira çandî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de ava dike
Kurdistan 11:28 AM - 2026-06-11
PUKMEDIA
Logoya Kurdistana Nû û Saziya Medyayî ya Rûsî "Yarkub"
Di pêngavekê de ji bo bihêzkirina dîplomasiya kultûrî û berfirehkirina asoya
karkirina rojnamevaniya navdewletî, rojnameya "Kurdistana Nû" ya ku
li Herêma Kurdistanê dertê û Saziya Medyayî ya Rûsî "Yarkub",
destpêkirina projeyeke berfireh a hevbeş ragihandin, ku armanca wê avakirina
pireke ramanî û kultûrî ye di navbera xwînerên Kurd û Rûs de.
Ev projeya hevbeş di demekê de tê ku pêwîstiyeke gelekî baş
bi guhertina agahiyên rasterast di navbera medyayên herêmî û navdewletî de
heye. Li gora plana hatiye ragihandin, armanca sereke ya vê destpêşxeriya han,
naskirina xwînerên her du aliyan e bi kultûr, adet, dîrok û şêwaza jiyana
hemdem a her du gelên Kurd û Rûs, her wiha karkirin e ji bo geşepêdana
têgihiştina hevbeş bi rêya afirandina diyaloga rasterast a medyayî.
Pênaseya Saziyên BeşdarRojnameya Kurdistana Nû: Rojnameyeke rojane ya siyasî û giştî ya Kurdî ye ku li bajarê Silêmaniyê dertê û yekemîn rojnameya rojane ya piştî-raperînê ye li Başûrê Kurdistanê. Ev saziyê dîrokeke dewlemend di rûmalkirina rûdanên navxweyî û herêmî de heye û bi rêya weşana xwe ya kaxezî û malpera xwe ya elektronîk, xwedî pêgeheke diyar e di daraştina raya giştî de.
Saziya Medyayî ya Yarkub: Saziyeke medyayî û weşanê ya Rûsî ye ku taybet e bi berhemandina naveroka firehrehend, şirovekirina rûdanên dîrokî û kultûrî û geşepêdana projeyên dokumentarî. Yarkub wekî platformeke ragihandinê ya çalak li Rûsyayê kar dike ji bo veguhastina nasnameya kultûrî û pêşkêşkirina nêrînên kûr li ser guhertinên hemdem di asta navxweyî û navdewletî de.
Mekanîzmaya cîbecîkirina projeyêDi çarçoveya vê lihevkirinê de, karên rojnamevaniyê bi hemû şanoyên xwe ve (gotar, rapora meydanî, hevpeyvîn û şîroveya analîzî) di navbera her du saziyan de tên guhartin, bi vî şêweyê jêrîn:
Ji kurdî bo rûsî: Ew mijarên rojnamevaniyê yên derbarê Rûsya, çand û geşedanên wê de, ku ji aliyê nivîskar û rojnamevanên kurd ve bi zimanê kurdî di rojnameya "Kurdistana Nû" de (çapkirî û malper) tên weşandin, paşê tên wergerandin û di kanal û weşanên saziya medyayî ya "Yarkub" de bi zimanê rûsî tên belavkirin.
Ji rûsî bo kurdî: Li beramber de, ew babet û raporên rojnamevaniyê yên bi zimanê rûsî ji aliyê tîmên "Yarkub"ê ve li ser dîrok û jiyana hemdem a Rûsyayê an peywendiyên çandî tên hilberandin, tên wergerandin ser zimanê kurdî û di rûpelên rojnameya "Kurdistana Nû" û malpera wê de ji bo xwendevanên kurd tên weşandin.
Çavdêrên qada ragihandinê pê xuyaye ku ev cure projeyên hevpar giringiyeke wan a mezin di şikandina astengiyên zimanî û kêmkirina piştbastbûna bi ajansên nûçeyan ên navbeynkar (çavkaniya sêyem) de heye, ev jî fersendê dide xwendevanan ku bi şêwazekî rasterasttir û kûrtir ji dîtina nivîskarên navxweyî yên her du welatan ve naskirî bibin bi rûdawên çandî û civakî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Omer Şêxmûs behsa dîroka serbilindî û karîzmatîk a Serok Mam Celal kir
05:08 PM - 2026-06-11 -
Peykersaza Kurd: Şaristaniya Kurdî di peykerên min de rengvedane
04:41 PM - 2026-06-11 -
Hemû hecî bi selametî vegeriyan Kurdistanê
10:13 AM - 2026-06-11 -
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
11:30 AM - 2026-06-10
zêdetir tamaşe bike
Cîhan 10:11 PM - 2026-06-11 Donald Trump serokê Amerîkayê ragihand: Êrîşên îşev li ser Îranê radwestînim
Hêro Xan wek heval û hevjîna Mam Celal û rola wê li çiya û bajaran
03:48 PM - 2026-06-11
Projeya medyayî ya hevpar pira çandî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de ava dike
11:28 AM - 2026-06-11
Amerîkayê başûrê Îranê bombebaran kir û Tehranê Tengava Hormizê girt
09:57 AM - 2026-06-11
Çar serokatiyên Îraqê civiyan
11:40 PM - 2026-06-10
zortrin xwendraw
-
Çar serokatiyên Îraqê civiyan
Êraq 11:40 PM - 2026-06-10 -
Hêro Xan wek heval û hevjîna Mam Celal û rola wê li çiya û bajaran
Rêportaj 03:48 PM - 2026-06-11 -
Omer Şêxmûs behsa dîroka serbilindî û karîzmatîk a Serok Mam Celal kir
YNK 05:08 PM - 2026-06-11 -
Peykersaza Kurd: Şaristaniya Kurdî di peykerên min de rengvedane
multimedia 04:41 PM - 2026-06-11 -
Hemû hecî bi selametî vegeriyan Kurdistanê
Kurdistan 10:13 AM - 2026-06-11 -
Amerîkayê başûrê Îranê bombebaran kir û Tehranê Tengava Hormizê girt
Cîhan 09:57 AM - 2026-06-11 -
Projeya medyayî ya hevpar pira çandî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de ava dike
Kurdistan 11:28 AM - 2026-06-11 -
Donald Trump serokê Amerîkayê ragihand: Êrîşên îşev li ser Îranê radwestînim
Cîhan 10:11 PM - 2026-06-11





Aplîkêşin

