Amerîkayê başûrê Îranê bombebaran kir û Tehranê Tengava Hormizê girt
Cîhan 09:57 AM - 2026-06-11
PUKMEDIA
Tengava Hormizê
Sêntkomê bi rênimayiya Trump, pêleke nû ya êrîşên asmanî bir
ser çendîn armancan li başûrê Îranê û Waşîntonê ragihandiye ku ev êrîş di
çarçoveya "parastina rewa" (xweparastin) de û wek bersivekê ji bo
êrîşên berê yên Îranê bûne. Ji aliyê xweve Îranê tengava Hormizê li ber hemû
keştî û petrolhilgiran de girtiye û bi 12 mûşekên balîstîk êrîş kiriye ser du
binkeyên Amerîkayê.
Sêntkomê êrîşî asmanî bir ser çendîn armancan li başûrê Îranê
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (Sêntkom) bi rênimayiya
rasterast a Donald Trump ê serokê Amerîkayê, pêleke nû ya êrîşên asmanî bir ser
çendîn armancên serbazî, sîstema parastina asmanî, radar û navendên
kontrolkirina dironan li başûrê Îranê û Waşîntonê ragihandiye, ku ev êrîş di
çarçoveya xweparastinê de û wek bersivekê ji bo êrîşên berê yên Îranê hatiye.
Tahranê bi 12 mûşekan êrîş bir ser bingehên Amerîkayê
Li beramber vê yekê, Tahranê geşedan tundtir kirin û
ragihand ku Tengava Hormizê li berûya hemû keştî û petrolhilgiran girtiye. Her
weha Supaya Pasdaran û Artêşa Îranê ragihandin ku wekî tolhildan, bi 12 mûşekên
balîstîk êrîş birine ser bingeha asmanî ya "Ezreq" li Urdunê ku hêzên
Amerîkayê lê ne, û bi dronên xwekuj jî bingeha belem a pêncem a deryayî ya
Amerîkayê li Behreynê kirine armanc.
Serokê Amerîkayê: Êrîş dê bi tundî berdewam bikin
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê dibêje: Îsraîlê ti beşdariyek
di wan êrîşên esmanî de nekiriye ku welatê wî di çend saetên borî de li dijî
armancên Îranê pêk anîne. Wî her weha ragihand ku wî bixwe çavdêriya êrîşan
kiriye û hişyarî da ku eger Tahran rêkeftina çarçoveyî ya ji bo bidawîanîna şer
îmze neke, êrîş dê bi tundî berdewam bikin.
Ev yek di demekê de ye ku artêşa Amerîkayê, ji bo şeva duyem
a li pey hev piştî ketina helîkopterekê li Kendavê, êrîşên nû birin ser hundirê
Îranê û ragihand ku ji bo vê mebestê 49 mûşekên Tomahawk û balafirên şer hatine
bikaranîn.
Alîgirên Nîvdewletî tirsên wan ji berfirehbûna zêdetir a şer heye
Ev geşedanên leşkerî bandorek bilez û berfireh li ser herêmê
kir, pergalên berevaniya asmanî li Urdun, Kuwêt û Behreynê ketin rewşa
amadebaşiyê û bersivdana tiştên difirin, û Kuwêtê jî asmanê welatê xwe bi
awayekî demkî girt, di heman demê de li bakurê Îsraîlê jî piştî teqandina çend
fîşekan ji axa Lubnanê ve zengila hişyariyê hate lêdan, ku ev yek tirsên aliyên
navdewletî ji berfirehbûna zêdetir a şer li herêmê zêdetir kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Omer Şêxmûs behsa dîroka serbilindî û karîzmatîk a Serok Mam Celal kir
05:08 PM - 2026-06-11 -
Peykersaza Kurd: Şaristaniya Kurdî di peykerên min de rengvedane
04:41 PM - 2026-06-11 -
Hemû hecî bi selametî vegeriyan Kurdistanê
10:13 AM - 2026-06-11 -
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
11:30 AM - 2026-06-10
zêdetir tamaşe bike
Cîhan 10:11 PM - 2026-06-11 Donald Trump serokê Amerîkayê ragihand: Êrîşên îşev li ser Îranê radwestînim
Hêro Xan wek heval û hevjîna Mam Celal û rola wê li çiya û bajaran
03:48 PM - 2026-06-11
Projeya medyayî ya hevpar pira çandî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de ava dike
11:28 AM - 2026-06-11
Amerîkayê başûrê Îranê bombebaran kir û Tehranê Tengava Hormizê girt
09:57 AM - 2026-06-11
Çar serokatiyên Îraqê civiyan
11:40 PM - 2026-06-10
zortrin xwendraw
-
Çar serokatiyên Îraqê civiyan
Êraq 11:40 PM - 2026-06-10 -
Hêro Xan wek heval û hevjîna Mam Celal û rola wê li çiya û bajaran
Rêportaj 03:48 PM - 2026-06-11 -
Omer Şêxmûs behsa dîroka serbilindî û karîzmatîk a Serok Mam Celal kir
YNK 05:08 PM - 2026-06-11 -
Peykersaza Kurd: Şaristaniya Kurdî di peykerên min de rengvedane
multimedia 04:41 PM - 2026-06-11 -
Hemû hecî bi selametî vegeriyan Kurdistanê
Kurdistan 10:13 AM - 2026-06-11 -
Amerîkayê başûrê Îranê bombebaran kir û Tehranê Tengava Hormizê girt
Cîhan 09:57 AM - 2026-06-11 -
Projeya medyayî ya hevpar pira çandî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de ava dike
Kurdistan 11:28 AM - 2026-06-11 -
Donald Trump serokê Amerîkayê ragihand: Êrîşên îşev li ser Îranê radwestînim
Cîhan 10:11 PM - 2026-06-11





Aplîkêşin

