Trump Îranê bi xistina helîkoptera Apaçî ya Amerîkî tawanbar dike
Cîhan 09:18 PM - 2026-06-09
PUKMEDIA
Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê
helîkoptereke artêşa Amerîkayê li ser Tengava Hormizê xistiye xwarê. Trump gefa
bersivdayîna vê rûdanê xwar, ku ev piştî peymana agirbestê ya navbera Amerîkayê
û Îranê rûdana yekem a bi vî rengî ye.
Trump di daxuyaniyeke li ser platforma "Truth
Social" de diyar kir ku di helîkopterê de du pîlot hebûn, her du jî hatin
rizgarkirin û ti zirar negihîştiye wan.
Derbarê gavên bê de, Trump anî ziman ku divê bersiva vê
êrîşê bide, lê hûrgiliyên li ser şêwaz, mezinahî û dema vê bersivê neda.
Malpera "Axios" ji zarê berpirsekî Amerîkî ve
veguhast ku li gorî encamên lêkolînê, firokeyeke bêpîlot (drone) ya Îranî li
helîkoptera Amerîkî ketiye û bûye sedema ketina wê. Lê belê lêkolînê hîn zelal
nekiriye ka lihevketina dronê bi zanebûn bûye an na.
Çavkaniyeke agahdar ji tora CNN re ragihand ku drona ku li
helîkoptera Amerîkî ketiye, ya Îranî û ji cureyê "Şehid" bûye.
Helîkoptera êrîşê ya "Apaçî AH-64" xwedî şiyana
manewrayê ya pir bilind û kujer e. Ew dikare di şert û mercên cuda yên hewayî
de, li nêzîk û di kûrahiyê de operasyonan pêk bîne da ku tank, serbaz û
armancên madî di hawirdorên şer ên aloz û cihêreng de ji nav bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
11:30 AM - 2026-06-10 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
10:10 AM - 2026-06-10 -
Êrîşên Rûsya û Ukraynayê berdewamin û bi dehan qurbanî hene
05:15 PM - 2026-06-09 -
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî:Divê Herêm û Bexda bi hevre hevkar bin
05:56 PM - 2026-06-10
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
04:23 PM - 2026-06-10
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
03:17 PM - 2026-06-10
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
02:29 PM - 2026-06-10
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî:Divê Herêm û Bexda bi hevre hevkar bin
Kurdistan 05:56 PM - 2026-06-10 -
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
Cîhan 03:17 PM - 2026-06-10 -
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
Kurdistan 02:29 PM - 2026-06-10 -
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
Cîhan 04:23 PM - 2026-06-10 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
Êraq 10:10 AM - 2026-06-10 -
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
Cîhan 11:30 AM - 2026-06-10 -
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
Kurdistan 10:59 AM - 2026-06-10 -
Trump Îranê bi xistina helîkoptera Apaçî ya Amerîkî tawanbar dike
Cîhan 09:18 PM - 2026-06-09




.jpg)

Aplîkêşin

