Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08
ANHA
Parêzgarê Hesekê û Şanda Şamê
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeya serokatiya
hikumeta demkî ya Şamê re civiya û vegera ewle ya koçberên Efrînê, Şehba û
Serêkaniyê gotûbêj kirin, her weha biryare nêzîkî 1600 malbatên koçber ên Efrînê vegerin gundên xwe.
Di çarçoveya şopandina bicihanîna bendên Peymana 29ˊê Çileyê
de, Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed şandeya serokatiya hikumeta demkî
ya Sûriyeyê ya têkildarî şopandina bicihanîna peymanê pêşwazî kir.
Di civîna ku Cîgirê Rêveberê Ewlekariya Hundirîn a parêzgehê
Mehmûd Xelîl û endamê şandeya serokatiyê, Dr. Mistafa Ebdî jî beşdar bûn de,
rewşa vegera malbatên koçber hate nirxandin. Her wiha mekanîzmayên hevrêziya di
navbera aliyên peywendîdar de ji bo derbaskirina astengiyên ku dibe ku li
pêşiya vê pêvajoyê derkevin hatin gotûbêjkirin, da ku aramiya vegeriyan were
misogerkirin û pêdiviyên wan ên bingehîn bên peydakirin.
Di heman demê de, di civînê de li ser amadekariyên pêwîst ji
bo bicihanîna vegera koçerên Efrîn, herêmên Şehba û Serêkaniyê di demeke pêş de
hat gotûbêj kirin.
Hatiye destnîşankirin ku niha amadekarî ji bo vegera nêzîkî 1600
malbatên koçber ên Efrînê bo malên xwe di vê hefteyê de tê kirin, li gorî agahiyan, koma 8ˊan a koçberên Efrînê dê roja Çarşemê
10 Hezîran 2026 ber bi Efrînê ve bikeve rê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
06:28 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
05:09 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
04:46 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
01:44 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Daxwaza YNKê daxwaza gel e
11:52 AM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
Kurdistan 01:44 PM - 2026-06-08 -
Mekteba Siyasî : Hecî Aso di rûdaweke tarî de hat şehîdkirin
Kurdistan 11:54 AM - 2026-06-08 -
Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de zêde dibe, Waşîntonê piştrast kir ku ew beşdarî êrîşan nebûye
Cîhan 10:34 AM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08




.jpg)

Aplîkêşin

