Rifat Ebdulah: Girînge ku ruhê biratî û pêkvejiyanê kûrtir bikin

Kurdistan 03:50 PM - 2026-06-08
Cîgirê Serokê YNKê û Sekreterê Partiya Demokrat a Bet Nehrin PUKMEDIA

Cîgirê Serokê YNKê û Sekreterê Partiya Demokrat a Bet Nehrin

Rifet Ebdulah Cîgirê Serokê YNKê

Cîgirê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di civînekê de li gel Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk Bet Nehrin, kûrkirina ruhê biratî û pêkvejiyana netewî û pêkhatên Kurdistanê bi girîng bi nav kir.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rifat Ebdulah, pêşwazî li Romiyo Hekarî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bet Nehrin kir û li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û xurtkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de gotûbêj kir.

Di civînê de tekezî li ser yekîtiya hemû pêkhat û aliyên siyasî yên Kurdistanê hat kirin û kûrkirina ruhê biratî û jiyana hevbeş a netewî û pêkhateyên Kurdistanê wekî pêwîst û girîng hat binavkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket