Qubad Talebanî: Bi bê lihevkirina YNK û PDK hikûmet nayê avakirin
Kurdistan 08:41 PM - 2026-06-06
PUKMEDIA
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
Qubad Talebanî radighîne: Pêkanîna hikûmeta nû bi bê hevbeşiya
rasteqîne di navbera YNKê û PDKê de naçe serî, hevdem amaje bi wê yekê jî kir ku
kilîta çareserkirina pirsgirêka mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê digel hikûmeta
federal, di şefafiyet û hebûna herêmê wek beşekî aktîv di pêvajoya siyasî ya
Îraqê de ye.
Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
di kongireyeke rojnamevanî de, di kevana çavdêrîkirina Foruma aborî ya Delphî li bajarê Silêmaniyê de axivî û got: Em kêfxweş in ku Konferansa Delfî li Silêmaniyê li dar
dixin, di vê rewşa ne aram de, hejmareke mezin ji kesayetî û serkirdeyên ji çar
aliyên cîhanê serdana Silêmaniyê kirine, sala bê jî dê Delfî li Silêmaniyê be.
Di derbarê pêkanîna hikûmetê de, Qubad Talebanî got ku, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê dixwaze di zûtirîn dem de hikûmetek ava bibe û em bawer dikin ku PDK bêyî YNKê nikare
hikûmetê ava bike û berevajî vê, em hêvî dikin ku Partî (PDK)ê têgihêştiye ku em
amade ne ku li ser hevkariyek rastîn û dabeşkirina berpirsiyariyan li hev
bikin, di niha de me gelek qonax bi PDKê re derbas kirine û gelek gotûbêj
kirine, hevdem me nêrînek hevbeş nivîsandiye, hêvîdarim ku poşman nebin çûnkî
pêkneanîna hûmetê dê bandora xwe li ser herêmê hebe.
Derbarê mijara belavkirina mûçeyan mûçexurên Herêmê de, wî
got: Mijara mûçeyan beşek ji rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de
ye û ez difikirim ku eger em bi hev re şefaf bin û bibin beşek ji pêvajoya
siyasî ya Îraqê, gelek pirsgirêk dê werin çareserkirin.
Qubad Talebanî got jî: Em bi Wezareta Darayî ya Îraqê û
hikûmeta federal re di danûstandinan de ne ku li gorî kêmbûna dahatên me yên
ne-petrolê, nekû 120 milyar dînarên diyarkirî cihgir be.
Wî zêde kir: Herêma Kurdistanê û Silêmanî hewceyê têkiliyek
xurt bi Tirkiyeyê re ne û me pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê di navbera Tirkiye
û PKKê de pêşwazî kir, û em ê bi her du aliyan re hevkariyê bikin, heya ku ew
cihê ku pêwîstî bi me heye daku ev pêvajo bi serbikeve.
Qubad Talebanî
sebaret bi peywendiyên Yekîtiya Nîştimamî ya Kurdistanê YNKê û Partiya
Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand: Niha YNK xwediyê yek siyaset, dîdgeh û
peyamê ye, lê ez hest dikim ku di nav Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê de
nerînên cûda hene lê tişta ku ez dizanim ewe ku cenabê kak Mesûd mirovekî şarezayiya
xwe ya siyasî ji hemûyan zêdetire û xwedî ezmûne di hikûmranî û siyasetkirinê
de, ji ber vê yekê di baweriya min de cenabê kak Mesûd ji hemûyan zêdetir dizane
ku ji bo birêvebirinek baş ya Herêma
Kurdistanê pêwîste beriya her tiştî di navbera YNKê û PDKê de hevgirtin û
pêkve karkirin hebe, wê demê dê derfet ji
bo aliyên siyasî yên din jî hebin.
Wî got jî: Ji vir ez daxwazê ji Birêz kak Mesûd Barzanî û serokatiya
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikim ku bila nakokiyên me yên siyasî hebin
û bila li ser gelek tiştan li hev nekin
eve Asyayî ye, lê bila civîn berdewam bikin.
Diyar jî kir ku; Pêngava yekxistina hêzên Pêşmerge gelek pêşveçûye
û pêngava nirxandina peykerê hêzên Pêşmerge gelek pêşketiye ku Amerîkî,
Holendî, Alman, Fransî û çend welatên din bi me re hevkarî û hemahengiyêkirine
daku em vê qonaxê birêve bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

