Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05
ANHA
Dîmenek ji kongreyê
Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê bi dirûşma
"Nivîskarî berpirsyarî ye" kongreya xwe ya 7.emîn li bajarê Qamişloyê
li dar dixe,kongre bi beşdariya nivîskar, rewşenbîr, helbestvan,
hunermend, şêwekar û rexengiran li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi
deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Endamê Desteya Rêveber ya Yekitiya Nivîskarên Kurd
li Sûriyeyê Qadir Egîd di gotarekê de kongre li hemû rewşenbîran pîroz kir û
got:Kongre di qonaxeke çarenûsî de ku Sûriyê û herêm tê re derbas dibin, tê
lidarxistin,ev qonax û guhertinên ku çêdibin berpirsyariyên giran datîne ser
mile hemû rewşenbîr û nivîskaran û îro kom bûne daku careke din peyama xwe bi
peyvên durist, ramanên ronak û afrîneriya ku sînoran nas nake, ragihînin û
bêjin, hebûna me ya li vir ne civînek ji rêzê ye, lê belê baweriya me ya kur bi
vê yekê piştrast dike ku wêje û çand rih û henaseya neteweyan e.
Qadir Egîd got:Ev vê kongreyê bikin pêngaveke
sereke û careke din ji cîhanê re îsbat bikni ku em gel bi gotinan tiştên ku ji
ber şer wêran bûne, dîsa ava bikin.
Piştî axaftinan peyamên pîrozbahiya kongreyê hatin
xwendin,piştre endamên rêvebirina kongreyê hatin hilbijartin.
Kongre ji ragihandinê re girtî dewam dike,tê de
rêzikaname tê xwendin û gotûbêjkirin,her wiha dê raporta du salan ya
yekitiyê were xwendin û rewşa wê ya rêxistinî were nîqaşkirin.
Di kongreyê de dê serok û cigar û 9 endamên nû yên
Desteya Rêveber ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê werin hilbijartin û bi
encamnameyekê bi dawî bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

