Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe

Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06
Foruma Delfî Taybet

Foruma Delfî

Silêmanî

Îro roja Şemiyê 6/6/2026`an bi çavdêriya Qubad Talebanî 2emîn foruma Delfî li hola Fawndayşin li kargeha kulturî li bajarê Silêmaniyê birêve diçe, û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî dê beşdarî foruma Delfî bibe û wê peyama xwe hebe..

Bi çavdêriya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro care duyemîne ku foruma Delfî li Silêmaniyê tê lidarxistin, ku dê çendîn serkirdeyên Ewropî û herêmî li ser rewşa siyasî û aborî gotûbêjan bikin.

Her weha tê payîn ku serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, beşdarî di forumê de bike û peyamekê pêşkêş bike.

Damezrîner û rêveberê Foruma Delphi (Simon Simeonides), di kongreyeke rojnamevaniyê de li Silêmaniyê ragihand ku forumê bernameyeke du rojî ya mijûl amade kiriye ku têde gotûbêjên li ser rewşa Jeopolîtîk li Rojhilata Navîn, rola Herêma Kurdistanê wekî faktorekî aramiyê li herêmê, û her weha gotûbêjên li ser mijarên aborî û pêşkeftinê û derfetên veberhênanê hene.
Biryare Foruma Delfî îro û sibê berdewam bike, ku hejmarek kesayetên siyasî yên payebilind dê beşdar bibin.

Di Foruma Aborî ya Delfî de, siyasetmedar, biryarder û karsazên mezin û bazirganên ji welatên Yewnanistan, Turkiye, Bulgaristan, Romanya, Gurcistan, Polonya, Îtalya û Parîsê dê li ser ewlehî û enerjiya herêmî, veguhastina kesk, pêşkeftina aborî û derfetên veberhênanê yên nû û hewlên reformê gotûbêj bikin.

Foruma Navneteweyî ya Delfî yek ji girîngtirîn konferansên navneteweyî yên cîhanê ye û her sal li bajarê Delphi ya Yewnanistanê tê lidarxistin, eve sala duyemîne jî ku li Silêmaniyê foruma Delfî birêve biçe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket