Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
Kurdistan 12:02 AM - 2026-06-05
Ragihandina Serok Bafil
Beşek ji civînê
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li
Hewlêrê digel Balyoza Turkiyê ya li Îraqê Anel Bora Înan civiya.
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Konsulê Turkiyê li Herêma Kurdistanê
Erman Topcu beşdarî civînê bûn, rewşa giştî ya Îraq û herêmê gotûbêj
kirin û tekezî li ser hemahengî û hevkariya di navbera aliyan de ji bo
çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane kirin.
Pirsa pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate gotûbêj kirin û Serok Bafil
nêrînên YNKê pêşkêş kir û got: Divê hikûmeta pêşerojê hevsengî û hevkariyê
biparêze.
Derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serok Bafil tekez li
ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kir û ragihand ku,başbûna peywendiyên
bandor li ser rewş û xizmeta ji xelkê me re kiriye û em dixwazin ev berdewam
bike.
Derbarê rewşa Kerkûkê de, balyozê Turkiyê pesna rola Serok Bafil û YNKê
di nêzîkkirina aliyan û xurtkirina giyanê jiyana hevbeş û rêkeftinên siyasî de da
û ew wekî pêngaveke girîng ji bo bêtir xizmetkirina bajêr û kûrkirina biratiya
di navbera netewe û pêkhateyên Kerkûkê de bi nav kir.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina peywendiyên hevbeş ên di
navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de bi Turkiyê re li ser bingeha berjewendiyên
hevpar hat kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05





Aplîkêşin

