Komeleya Aştiyê bi çalakiyên xwe mîrata Kurdî li Şamê diparêzin
multimedia 02:50 PM - 2026-06-04
Kurdistanî Nwê
Folklora Kurdî li Şamê
Komeleya Aştiyê ya Kurdî, li Şamê paytexta Sûriyeyê, armanc
dike ku mîrata Kurdî biparêze û hunera Kurdî li Sûriyeyê pêş bixe.
Di vê derbarê de rojnamevan û çavdêrê Komeleya Aştiyê ya
Parastina Mîrata Kurdî li Şamê Îdrîs Murad, ji Kurdistanî Nwê re got: Komeleya
Aştiyê ku di sala 2014an de hatiye damezrandin, di gelek waran de dixebite da
ku mîrata Kurdî, çand û hunera Kurdî li Sûriyeyê biparêze.
Got jî: Komeleya Aştiyê ji nêzîkî 35 kesan pêk tê, hemî Kurd
in, û di koma me de stranbêj û muzîkjenên çalak hene. Bi çalakiyên xwe yên
hunerî, em bi berdewamî hewl didin ku mîrate û nasnameya Kurdî biparêzin û wê
bi nifşên pêşerojê bidin nasîn.
Îdrîs Murad diyar jî kir ku: Komên me yên mehane stran û
govendên gelêrî, şanoya Kurdî vedihewîne, û bi awayekî çalak beşdarî konferans
û semînerên li ser stran û çandên Kurdî yên hemî civakên cûda yên li Sûriyeyê
dibe. Di rojên pêş de, koma me dê pêşangehek amûrên muzîkê yên Kurdî bi
zimanekî şanoyê pêşkêşî temaşevanên li Şamê, paytexta Sûriyeyê bike.
Amaje bi wê yekê jî kir Îdrîs Murad got: Armanceke din a
Komeleya Aştiyê ji bo Parastina Mîrateya Kurdî li Sûriyeyê, parastina dîlan û
stranên neteweyî yên Kurdî ye. Ji bo ku çand û nasnameya Kurdî li vî bajarî
were nasandin û parastin, divê dîroka Kurdî bibe beşek yekgirtî ya Sûriyeya nû.
Di dawiyê de got: Komeleya Aştiyê ya Kurdî li Sûriyeyê
serbixwe ye û armanca wan pêşkêşkirina nimayîşên çandî yên Kurdî û beşdarbûna
pîrozbahiyên Cejna Nevroz û cejnên din ên neteweyî yên gelê Kurd e. Bi rastî,
Komeleya Aştiyê li ser vê bingehê xebata xwe domandiye. Lê belê piştevaniya
pêwîst ji aliyê wezareta rewşenbîrî ya Sûriyê ve ji komeleyê re nîne û zêdetir
kurdên welatparêz piştevaniya komeleya me dikin li bajarê Şamê.
Rojnamevan Îdrîs Murad di sala 1972an de li Dêrîka Hemkoy a Rojavayê
Kurdistanê, di malbateke Kurdperwer de ji dayik bûye. Ji ber şert û mercên
taybet nekarî xwendina xwe ya zanîngehê temam bike, ew xwedanê sê pirtûkên li
ser muzîka Kurdî û Sûrî hene, her weha helbestên helbestvanê navdar ê Kurd (Cegerxwîn)
vegerandine ser zimanê Erebî û bi sedan rapor û gotar di kovar û rojnameyên
Sûrî de hene.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

